Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, tekezî li ser pêwîstiya destwerdaneke navnetewî bi riya Konseya Ewlekariyê yan jî bi riya her alternatîfeke din kir, ji bo rawestandina rejîma Esed ji berdewamkirina bikaranîna yasa hejmara 10, ya bi armanca guhertina demografî ya berfireh li welêt tê bikaranîn.
Mûsa bal kişand ku rejîm hêjî rijde li ser cîbicîkirina wê qanûnê, û diyar kir ku hin rayedarên rejîmê ragihandine ku wê taxa “El-Tedamin” li Şamê bi temamî bikeve li jêr yasa jimar 10, bi behaneya avakirina deverekê yan zêdetir li gor sîstema bajêrvaniya nû, û diyar kir ku ew dê koçber û derbideran ji milk û malên wan bêpar bikin, û ev yek tê ji bo tapokirina mal û milkên wan bo alîgirên rejîmê.
Wê diyar kir ku ev biryar dê bibe sedema venegera koçberan li ser cih û warên xwe yên resen, û Mûsa ev wek tawaneke şer û dijemirov li gor yasayên navnetewî da zanîn.
Mûsa, îro di daxuyaniyeke taybet de got, “Em bi berdewamî bang li civaka navnetewî bi riya mekanîzmayên berdest dikin, ji bo standina biryarên cidî û rawestandina vê biryarê, ku niyazên rêjîmê jê xuya û zelal û aşkere ne”, herwiha bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên din yên wekî Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir, ji bo zêdekirina fişarên sîyasî li ser rejîma Esed û redkirina cêbicêkirina vê biryarê ji ber ziyanên wê yên mezin li ser welatên Yekîtiyê Ewropayê û hemî welatên penaberên Sûrîyê lê hene.
Ku Saziya “Human Rights Watch” rênimayek pirs û bersivan derbarê yasa 10 belav kiribû, ku saziya NY ev yasa wek astengiyek sereke ji hêla hikûmeta rejîma Esed li pêşiya vegera koçberan li ser cih û warên xwe dîtibû, û piştrast kiribû ku rejîm amadekariyan dike bo destdanîna li ser mal û milkên xelkê û jinûavedankirina bêyî şopandina rêşûnên yasayî yan jî qerebokirina ligor yasa hejmara 10.
Hêjayê gotinê ye ku beşin mezin ji taxa “El-Tedamin” bi dirêjahiya heft salên borî rastî bombebaranê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya hatibûn, û bi deh-hezaran kes ji welatiyên sivîl li gor peymanên bi darê zorê yên Moskowê pêk anîbûn, ji cih û warên xwe koçber bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê