Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya yekemîn ji dûr de, bi berpisyarin ji Ofîsa Nûnerê taybet bo karûbarê Sûriyê di Wezareta Derve ya Emrîkî de re lidar xist, û bi hev re gavên jipêre yên ku dê di destpêka heyva hezêrana bê de qanûnê li tevaya asteyan cîbicî bike gengeşe kirin, daku alîkar be di bidawîkirina nakokiya ji neh salan de di navbera gelê Sûriyê û rêjîma Esed de berdewam e, û bicîkirina demoqrasiyê li Sûriyê.
Û Endamên Hevbendiyê di civînê de tekezî li ser girîngiya ku hevkarî di navbera Hevbendiya Niştimanî û rêvebiriya emrîkî de hebe kir, jibo misogerkirina cîbicîkirina bitemamî ji Qanûnê re, her weha doseya lêpirsîn û dadweriya veguhêz jî tê de be.
Û hêviyên xwe anîn ziman ku ev civat wek destpêka zincîreke rolane ji civîn û hevbeşî û hevrêzkariyê di navbera herdû aliyan de be, daku tevaya armancên Qanûnê bicî bibin, û di serî de êş û azarên gelê Sûriyê werin rawestandin, û tevaya awayên tundûtûjî û zordestiya ku gel tûşî wan dibe bidawî bibin.
Û bal kişandin ku pir kar û ked divên daku ev yasaya berfireh cîbicî bibe, û eşkere kirin ku ew tîm ji hejmarek endaman pêk tê, û bi aliyên cûrbrcûr ên civaka Sûriyê re dixebitin, wek revendên Sûrî û partî sendîke û rêxistinên civaka sivîl.
Û diyar kirin ku Qanûn hewcedarî yekkirina karînên hemû pêkhatên gelê Sûriyê û dezgehên opzisyonê û hêzên şoreşê ye, û tekez kirin ku tîma karê şopandina Qeyser di Hevbendiyê de dê pilana hevrêzî û hevkariyê digel cûrbecûr aliyên Sûriyê yên têkildar re deyne.
Û yasaya parastina sivîlan li Sûriyê ji du beşên bingehîn pê tê, yek jê ferzkirina sizeyan li ser rêjîmê û siponserê wê ye, û yê din dadgehkirina kesên tewanên cengê li Sûriyê kirine ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî