Desteya niştimanî ya karûbarên koçberan, ya ji aliyê Hevbendiya Niştimamî ya Sûriyê li vê dawiyê hatiye ava kirin, hevdîtinek li gel Serokên encûmenên parêzgeha gundewarê Şamê û Helebê lidar xist, û nîqaş li ser zehmetiyên herî giring yên rijêma Esed datîne pêşiya koçberan hatin kirin.
Serokê desteyê Fadî Îbrahîm di wê civînê de, ya ku bi riya toreke televîzyonê ya girtî bû, tekez kir ku wê Hevbendiya Niştimanî bi awayekî pir mezin kar bike li ser ku vegera penaberan mafekî rewa ye, û misogerkirina ewlehiyê ji bo vegerandina wan li ser herêmên û malên wan mafekî bingehîn dibîne.
Wî destnîşan kir ku kar li ser vî mijarê bi berfirehî dibe, û got ku Hevbendiya Niştimanî odeyeke kar ya taybet bo vê yekê li Cenêvê ava kiriye, û pertûkeke taybet li ser bandorên yasa hejmara 10, û ziyan û xirabiyên wê hat belavkirin.
Îbrahim tekezî li ser pêwîstiya çesipandina mafên koçberên bi zorê kir, û bi taybetî xwedîtiya wan ji mal û milkên wan re, bi riya çêkirina dateyên taybet ji bo hemû sivîlên ku ji ber gef û zordariya rijêmê dest ji war û xaniyên xwe berdan, û wî ev bi pêgaveke giring li hember yasa rijêmê dît, ku rijêm hewl dide bi vê yasayê û bi darê zorê, kiryarên koçberkirinê û guhertina demografî ferz bike.
Desteya siyasî ya Hevbendiya niştimanî ev Komîsyona Niştimanî ya karubarên koçberan ava kiriye, ji bo bi karê çavdêriya berjewendî û mafên koçberên Sûrî rabe, û deng û daxwaz û mafên wan bigihîne.
Herwiha ku ev Komîsyon wê dewlet û rêxistin û sazî û komeleyan agahdar bike, di riya diyarkirina rastiya rewşa koçberan û komkirina nerînên navnetewî yên alîkar, û worşopên diyarkirina rewşa koçberên li kampan dimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî