Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, şîna şehîdbûna fotograferê Filistînê Sûrî Nîraz Said kir, ku piştî sê salan di girtîgehên rejîma Esed de di bin îşkenceyê de jiyana xwe jidest da.
Hevjîna wî, Mays Xetîb tekez kir ku hevserê wê Niraz Said jiyana xwe di girtîgehên rijêmê de ji dest da, û bi rêya malperên Internetê got: “Tiştek jê zehmetir nîne ku ez vê binivîsim .. Lê Niraz bi bêdengî namire .. xweştevî û hevjînê min kuştin.”
Media herêmî ragihand ku şehîd Naraz ji kampa “Yarmuk” derket ber bi navçeyên dibin destê rijêmê de, piştî kontrola kampa Yermûk ji aliyê rêxistina DAIŞ ya terorîst li nîsana 2015’an, û paşî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin piştî êrîşîkirina dezgehên ewlekariyê li ser mala wî.
Û “Giropa Xebatê ji bo Filistîniyan li Sûriyê” diyar kiribû ku 3,825 Filistînî hatine kuştin di girtîgehên rejîma Esed de, û ku 1680 kes hatin binçavkirin, ji bilî ku bi sedan bêseruşûn hene.
Sai’d bi riya wêneyên xwe bi hezaran derdeseriyên xelkê dorpêçkirî di kampê de yên ku di demeke dirêj de li ser destê hêzên Esed rastî bombebaranê hatibû dukomînt kirin, û çend xelatên navnetewî bidest xistibûn, ku ya herî diyar Xelata UNRWA bû ji bo baştirîn fotografê çapemeniyê, û tevlî fîlma “Nameyin ji Yermûkê” ku gelek xelatên navnetewî wergirt bû, û “Giropa Xebatê ya ji bo Filistîniyan li Sûriyê” diyar kir ku wêneyên wî di du pêşangehan de li bajarê bajarê Qodis û Ramallah hatin daleqandin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rijêm bi sed hezaran tawanên xwe yên di nava girtîgehan de vedişêre, û bang li civaka navnetewî kir ji bo lêpirsînên vekirî û fireh li hember van tawanan pêk bîne, û rabe bi dadgehkirina kujeran.
Derbarê tawanên ji aliyê rejîmê li dijî rojnamevanan di sala 2011 de, rêxistina “peyamnêrên bêsînor” ya Navnetewî ragihand ku Sûriya welatê herî metirsîdar e ji bo rojnamevanan, û tekez kiribû ku bi sedan rojnamevan hatine kuştin, û got ku “kiryarên çewsandin, girtin, revandin û kuştinê bûne diyardeyeke normal li Sûryê û ev nîşanin metirsîdar in”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî