Wezîrê Rêveberiya Xwecihî û Xizmetguzariyan yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî endazyar Mihemed Seîd Slêman civînek li gel serokên encûmanên parêzgehan li baregeha wezaretê li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê li dar xist.
Û wê civînê operasyonên koçberkirina rêbazkirî û berdewam dijî niştecihan li ser destê rêjîma Esed û piştgirên wê ku koçberkirina niha li Idlibê û gundewarên wê dibe beşek jê ye gengeşe kirin, û civîngeran pêşinyar û çareseriyên ji bo nehêlana çêbûna bobelata mirovî û hêwirandina koçberkiriyan û dabînkirina pêdawîstiyên wan yên bingehîn pêşkêş kirin.
Her weha civînê rewşa niha ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û riyên pêşxistina karê wezaretê û karê desthilatê bi giştî û rûbirûbûna astengiyan gengeşe kir.
Û wezîrê birêz li ser arasteya wezaretê di qonaxa dahatî de axivî û tekezî li ser giringiya hevtemamkirina karê dezgehên hikûmetê li gor rola ku bi her dezgehê hatiye spartin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî