Wezîrê Karûbarên penaberan yê Libnanê Mo’în Elmri’bî, diyar kir ku ji aliyê rejîma Esed hin penaberên Sûrî yên ji Libnanê vegeriyî li deverên kontrolkirina rejîmê li Sûriyê hatine kuştin, piştî fişarên milîsên Hizbullah ya terorîst li ser neçarkirina bi hezaran penaberên Sûrî li ser vegerê.
Di hevpeyvînekê de bi ajansa Anatoliyê re, Elmri’bî got ku ew agahî hene li ser kuştina hin penaberên Sûrî ku li heyva hezîrana borî ji bo welatê xwe vegeriya bûn, û di heman dema ku ji aliyê Rûsya projeya vegerandina penaberan hatibû pêşniyar kirin û li hemberî ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hatibû redkirin û hişyarî dabû li hember kiryarên tolvekirinê ji aliyê rejîmê.
Elmri’bî diyar kiriye ku ji aliyê hin hevalên xwe li hefteya borî bi dumahîk tawaneke kuştinê hatibû agahdar kirin, û diyar kiriye ku ew tawan li dijî malbatekê ji bajarokê “Elbaroha” li gundewarên Humsê hatiye pêkanîn, û diyar kir ku “ku bav û kur û biraziyek ji aliyê fermandarekî asayîşa rejîmê di nava mala bavê xwe de hatin kuştin”.
Wî bal kişand ku wî wêneyê tawanê bi riya telefonê re dît, ji aliyê hevalekî malbatê ve ya berî demeke kurt vegeriyî Sûriyê hatibû şandin.
Wî diyar kir ku “piraniya nûçeyên jinavbirin û kuştinê li dijî pensberên vegeriyane li deverên di bin kontrola rejîmê de dibin û bi taybetî jî li gund û bajarokên li ser sînorê Libnanê yên rojhilat û bakur”.
Wî da zanîn ku agahî ji gelek hevalên wî tên yên têkiliyên wî bi wan re ku li hezîrana borî vegeriyane Sûriyê, ji çaxê destpêkirina pêşkêşkirina hêsankirina ji aliyê rayedarên hikûmeta Libnanê ji bo vegera penaberên Sûrî ji bo welatê xwe Sûriyê, piştî daxwaznameya Rûsya.
Elmri’bî guman xistin li ser rastiya bangên berdewam ji aliyê rejîmê ji bo vegera penaberan, û got: ku banga rejîmê rast nîne, ji ber ku kiryarên wê ne wisa ne”, û diyar kir ku rejîm nahêle bi deh hezaran malbatên sûrî vegerin li ser gund û bajarên xwe ji bo pêkanîna guhertina demografîk, ya dibe bi alîkarîya Îranî û mîlîtanên Hizbullah a terorîst .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê