Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Workshopek derbarê belavbûna Vêrosa Korona li deverên rêjîmê bi hevrêzî û hevkariya li gel Wezareta Tendurustîyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encûmena Îslamî lidar xist.
Û Serokê berê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û serokê Kolîça Pizîşkî di Zanîngeha Helebê de D. Cewad Ebûheteb, rewşa pizîşkî li deverên di bin kontirola rêjîmê de berçav kir, her weha rewşa nexweşxaneyan û pîsbûna danûstandina bi kesên bi Vîrosa Korona ketine re, û bal kişand ku pêhtirê pêketiyan nîşanên nexweşiyê ne di pişa wan de ne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî tekez kir, ku ji erkê Hevbendiya Niştimanî ye wek ku nûnertiya tevayan Sûriyan dike bixebite, û behsa alavên ku derdeseriyên sivîlên li deverên rêjîmê dijîn sivik bike kir.
Û cext kir ku rêjîma Elesed di rêvebirina kêşeyê de biserneket, wek çawa di piroblemên din de jî biser neket, û got ku ew nikare parastina xelkên li deverên di bin kontirola wê de dijîn bike, û Elherîrî got ku rêjîm hewlên xwe dike ku bi keysebazî vê bêtarê têxe xizmeta xwe de, li hember Yasaya Qeyser û cezayên li ser hatine sepandin.
Û Wezîrê Tendurustiyê di Hikûmeta Demkî de D. Meram Elşêx, daxwaza xurtkirina rêşûnan ji bo kontirolkirina rewşê û kar ji bo hişyarîkirina xelkê li deverên rêjîmê dijîn kir, daku xelk xwe bi xwe biparêze, ji ber ku rêjîm bi dozin din ve dûrî jiyana welatiyan mijûle.
Û bal kişand ku Hikûmeta Demkî lêborînek giştî ji girtiyê tewanên cînayî re derxist, weku bêhtirîn dewletên cîhanî kir, di dema ku hîn rêjîm sûre derbarê doseya serbestneberdana girtîyên rikber.
Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Siyasî û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Girtî û Windayan, Yasir Elferhan, tekez kir ku rêjîmê ji bo xapandina civaka navdewletî di dema bûrî de hejmareke hindik ji girtiyan serbest berda, di dema ku hejmarek bêhtir ji ya hatine berdan hatine binçavkirin.
Û Elferhan got ku mijara girtiyan mijara herî metirsîdar e, û ew hewcedarî şopandinê ye bi Netewên Yekbûyî û Encûmena Mafên Mirova re, ji ber ku ew beşê herî metirsiya pêketina nexwaşiyê li ser heye, ji ber rewşa ne mirovahî di girtîgeh û zîndanên rêjîmê de, û divê fişar li rêjîmê werin kirin, daku deriyê zîndanên xwe li pêşiya saziyên navdewletî yên pispor veke.
Û Endamê Encûmena Îslamî ya Sûrî, Ebdullh Rehal, diyar kir ku pir malbat li deverên di bin kontirola rêjîmê de newêrin bi nexweşketina xwe bi koronayê mukur werin ji tirsa tundiya rêjîmê, û bal kişand ku gelek kes bi koronayê mirine, lê rêjîm înkar dike, û sedemin din ên mirinê radighînê.
Û civîngeran bali kişandin ku raporên dawîn tekez dikin ku sivîl li deverên di bin kontirola rêjîmê de pir tirsiyane, ji ber belavbûna Vêros bi awayekî mezin, û mirina bi dehan ji ber Vîrosê bêyî ku were ragihandin.
Û beşdarên di Workshopê de tekezî li ser pêwîstiya têkliyê bi serdarên raya giştî li deverên rêjîmê re kirin, û girîngiya hin agahiyên ragihandinê ji bo hişyariya xelkê wir werin arastekirin, û wan han bidin ser rêşûnên tendurustîyê yên pêwîst, daku rê li pêşiya belavbûna Korona bigrin. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî