Bajarê Deraa û gundewarê wê çend xwepêşindanan derketin û daxwaza azadî û rûxandina rêjîmê kirin, tev ko ewlehiya rêjîmê û hêzên wê tund e, di bîranîna heştem ya destpêkirina şoreşa Sûriyê û ketina şehîdên pêşê.
Çalakvanan diyar kir ko bi dehan ji zaroyên bajêr evro duşembê derketin xwepêşindanekê nêzîk mizgefta Elomerî bo bîranîna şoreşa Sûriyê vejînin, û tekeziyê li ser pabendiya pê bikin heta ko milet mafên xwe bidest bixîne.
Her weha li ser dîwarên bajêr çend nivîs hatine nivîsandin têde tekez dikin ko miletê Sûrî dê di şoreşa xwe de berdewam be heta serkeftinê bidest bixe.
Her weha xwepêşindaneke din li bajarê Dail derket, têde kirdeyêyn rêjîmê derheqê sivîlan de pirotesto kirin, û daxwaz kirin ko hemû girtî ji zindanan bêne berdan.
Miletê Sûrî li herêmên corbicor li dewletên cîhanê di her sê rojên bûrî de bi bîranîna heştem ya şoreşa Sûriyê aheng kirin, dîsa pabendiya xwe bi pirinsîbên şoreşê heta misogerkirina amancên wê tekez kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko ev helkeft daxwazeke nû ye ji hem Sûriyan ko li dora şoreşa xwe bin, û got ku xwepêşindanên di vê bîranînê de derketine berdewmiya xwepêşindanên roja yekem ya şoreşê ne.
Û dibîne ko derketina xelkên Deraa bo ahengê di bîranîna şoreşê de di van rewşên aloz de nameyeke bi zimanekî ko hemû tê digehên û ew jî sûrbûna wan li ser berdewamiyê ye heta serkeftinê misoger bikin, tev tawankarî û zordariya ko rêjîma Esed dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî