Bi hezaran kesên sivîl tevlî xwepêşandanên girseyî bûn, yên ku roja înê bi navê “Îna azadiya girtiyan” hatin lidarxistin ji bo serbestberdana girtiyên di girtîgehên rejîma Esed de, û diyarkirina çarenivîsa bi hezaran Kesên ku hatine wendakirin.
Xwenîşandan li çend deverên cuda yên bakurê Sûriyê hatin lidarxistin û di wan de alên şoreşê hatin bilindkirin bi sloganên ji bo azadiya girtiyan, û dadgehkirina rejîma Esed li ser tawanên kambax di nava girtîgehan de.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bal kişand ser ku xwepêşandanên girseyî tekezî li ser daxwazên gelê sûriyê kir, yên ji bo serbestberdana hemû girtiyan, û got ku “rizgarkirina bi dehhezaran mirovên ciwan, jin, pîr û zarokên ku hatine binçavkirin ji erkên civaka navnetewî û dostên gelê Sûriyê ye”.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ku ew beşek ji karê Netewên Yekgirtî ye, û diyar kir ku divê “bi hindek hestê mirovî û bi berpirsyarî serederiyê bi rewşa trajîk ya berdewam ya di navend û girtîgehên rejîma Esed de bike, û divê biryareke tekûz bête standin bi raguhestina doseya tawanên şer ji bo Dozgeriya dadgeha tawanên navnetewî”.
Çalakvanên Idlibê diyar kir ku xwenîşandan di piraniya gund û bajarokan de hatin lidarxistin bi bilindkirina alên şoreşa Sûriyê, û wêneyên kesên hatine binçavkirin di nava zindananên rejîmê û girtîgehên çeteyên DAIŞê de, wekî Dr. Mohamed Ereb û Tel el-Malûhî, û çalakvan Abdul Wehab Mella.
Herwiha xwenîşandanên girseyî li Heleb û Hemayê derketin bi sloganên rûxandina rejîmê û diyarkirina çarenivîsa kesên bêserûşûn di girtîgehên rejîmê de.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide doseya mirovên binçavkirî, û bi yek ji mestirîn fayilên tawanên şer yên ku di Sûriyê de hatine pêkanîn dibîne, ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan ya Sûrî binçavkirina 118,000 kesan hatiye dokumentkirin, û 88% ji wan di navend û girtîgehên rejîmê de ne, tevlî ku hin aliyên din ên mafên mirovan pêşbînî dikin ku hejmara girtiyan ji vê hejmarê zêdetir be, nemaze ku bi dehhezaran mirovên bêserûşûn hene.
Herwiha hin girtiyên berê yên di destê rejîmê de li ser şêwazên hovane yên îşkenceiyê di girtîgehan de axivîbûn, û wêneyê hatibûn belavkirin ji aliyê “Qeyser”efserê ku ji rêjîmê cuda bibû, giranî û dirindiya kiryarên hatine pêkanîn di girtîgehan de aşkere dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê