Xwepêşandan li bajarê Reqayê ji bo derketina milîsên PYDê ji bajêr bo diwem roj berdewam in, û serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê berêz Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku xelkê Sûriyê stem û hikumraniya rêxistinên terorîst li ser xwe êdî napejrênin.
Tora “Reqa Tizbeh Bîsemet” îro çarşemê diyar kir ku xwepêşandan li dijî wan milîsan careke din duhî êvarî derketin, û got ku xwepêşandan bi daxwaziya rawestandina kiryarên girtinê yên bi armanca leşkergirtinê û vekişîna ji bajêr hatin lidarxistin.
Ligor tora navhatî ku xwepêşandan li herdu taxên “Elmişebek” û “Elsaqiyê” derketin, û rastî guleyên milîsên “PYD” hatin, tevlî binçavkirina çar ji xwepêşenderan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser malpera xwe li ser “twitter” nivîsandibû ku “gelê meyê azadîxwaz stem û hikumraniya rêxistinên terorîst napejrêne, nemaze piştî serê xwe hilda li dijî terora Esed, û guhertina wê terorê bi yeke din napejrêne”, wek amajepêkirinekê bi hevrengiya di navbera binpêkirinên milîsên “PYD” û binpêkirinên rijêmê de.
Mistefa destxweşî li sivîlên berdewam li ser xwepêşandanên li Reqê û Dêrazorê û Hisiçe ji bo derxistina wan milîsan kir.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku ev tawanên PYDê wek “kopiyekê” ji riftarên rijêmê yên tepeserkirinê re, yên bi armanca tirsandin û girtina xelkê Sûriyê tên dîtin.
Hevbendiyê daxwaza rawestandina sercem rengên piştgiriyê bo van milîsan bi awayekî tekûz û bilez kiribû, û di heman demê de xemsariya hin aliyên civaka navdewletî li hember gefên terorîstî ên van milîsan şermezar kiribû.
Li gor agahiyan xwepêşandan li navçeyên di destê PYDê dubare dibin, bi sedema hilmetên binçavkirina ciwanan ên berfereh ji bo leşkerkirinê û beşdariya şer, ku ev yek bûye cihê nerazîbûneke cemawerî li Reqa Hisiça, û sedema pevçûnan di nav PYD û xelkê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî