Xwepêşandanên girseyî li bajar û bajarokên parêzgeha Idlib û Heleb û Hamayê derketin, di bin navê “çi alternatîfek ji rûxandina rejîmê re nîne “, ji bo tekezkirina li ser daxwazên şoreşa sûriyê û berdewamiya wê heta bidestxitina daxwazên gelê Sûriyê ji adara 2011’an ve.
Hin dezgehên media xwecihî ragihandin ku bi deh hezar kes îro piştî nimêja înê derketin xwepêşandanê li dijî topbarana firokên rejîmê û Rûsiya li ser deveran bi behaneya hebûna rêxistina El-Qaîdeyê, bi bilindkirina ala şoreşa Sûriyê, tevlî pankartên bi nivîsîna “Idlib bajarekî kesk e, ne reş e.”
Xwenîşanderan piştgiriya xwe ji Idlibê û taxên wê re li hember gefên rejîmê û Rûsya derbarê êrîşkirina li ser deverê û koçberkirina niştecihên wê dupat kirin, û siloganên pêgiriya xwe bi bijardeya berxwedanê û berdewamiya şoreşê gotin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Abdul Rahman Mistefa got ku, “îro dîmenê xwenîşandanan bi aheng û sloganên Şoreşa Sûriyê rastiya gelê serhildêr ji bo azadî û rûmeta xwe piştrast kir, û ew ji vê dozê nagere heta bidestxistina tevaya mafên xwe.”
Xwenîşanderan messag dan civaka navnetewî li ser pêwîstiya cezakirina Esed li ser tawanên şer yên li dijî welatiyên sivîl pêk anîne, her ji destpêka tevgera azadîxwaz ya aştiyane de, û pêdiviya rizgarkirina welatiyên sivîl li Idlibê ji rîska gefên rejîmê û Rûsya.
Û çalakvanan piştrast kir ku ev xwepêşandan berfirehtir bûn û gundewarê Idlib û Hema li xwe girtin, û ev gotinên Rûsiya û rêjîmê nerast derdixin , ku dibêjin hêzên tundrew herêmê kontrol dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê