Li çend bajar û paytextên Ewropî duh xwepêşindan çêbûn bo piştgiriya xelkên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê, ya di çend rojên borî de ketiye ber êrîşên leşkerî ji hêla hêzên Esed û hevalbendên wî, di encamê de li gora rêkxistinên navdewletî bêtir ji 1500 kesî hatine kuştin û birîndar bûne.
Xwepêşanderan hêrsa xwe diyar kirin ji Encûmena Ewlehiyê ya gelek caran têkçûye di standina helwestekê de ku tawankariyên rêjîmê derheqê sivîlan rawestîne, û berpirsiyariya tekûz dan ser milê Rûsya û dirûşm hildan li ser wan nivîsandibûn “Rûsya kujer e”.
Xwepêşinderan daxwaz kirin ko operasiyonên qirkirinê derheqê sivîlan de di cih de rawestînin, û rêjîmê pabend bikin ko bête ser masa danûstandinan û biryarên navdewletî cîbicî bike, tako veguhastina siyasî ya tekûz li gora biryara 2254 misoger bike.
Xûta rojhelat ya dorpêçkirî ketiye ber operasiyonin leşkerî yên tund ji hêla rêjîmê û milîtanên îranî bi piştgiriya firokên Rûsî, li gora rêkxistina bijîşkên bêsînor got ko 1522 kes hatine kuştin û birîndarkirin, û bêtir got ko bargehên bijîşkî yên ko ew piştgiriya wan li Xûta dikin ew agahdar kirine ko gelek kuştî û birîndar hatine.
Rêkxistinê destnîşan kir ko 13 nexweşxane û kilînîkgeh ji sê rojan ve wêran bûne, û dibîne ko ev yek dihêle guhdana tendiristî kêm bibe.
Nûnerê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî Mark Lokok di gotina xwe de ya civîna Encûmena ewlehiyê ya li Niyûyork duh pêncşembê lidar ket, daxwaz kir ko ‘’agirbesteke mirovî ya bêmerc û astengî li Xûta feriz bibe’’, û li hemû deverên Sûriyê, hişyarî da ko Xûta nuha ketiye ber kuştineke sivîlan a rêbazkirî.
Lokok got ‘’di sê rojên dawî de bi hezaran name ji niştecihên Xûta gihane me, da em bi hewara wan ve herin‘’.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî