Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê yadnameyek pirotistokirinê derbarê êrîşên Hizibulaha Libnanî li ser navçeya Qelmûn ya Sûrî û Ersala Libnanê ji Entinyo Gotrîs sikirtêrê giştî yê NY û ji sikirtêrê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeys û ji nûnerên hemîşe yên encûmena asayîşa navdewletî re şand.
Ji aliyê komîta yasayî tawanên şer yên li ser destê çekdarên Hizibulaha terorîst li dijî sivîl û penaberên Sûriyê dibin hatine şirovekirin, û têde diyar kiriye ku sivîl rastî êrîşên hovane dibin.
Di pirotistokirinê de daxwaz ji NY hatiye kirin ji bo xistina fişaran li ser hikûmeta Libnanê ji bo çakkirina rewşa penaberên Sûrî û parastina wan ji zêdegavî û tawanên berdewam yên milîsên hizibulah li dijî penaberan.
Û daxwaza dirustkirina komîteyek serbixwe bi çavdêriya NY kiriye ji bo eşkerkirina nehîniyên van tawanan, û gerantîkirina serbestberdan û parastina penaberan bi awayekî bilaz kiriye, tevî daxwaza belavkirina çavdêriya navdewletî bi awayekî berdewam kiriyr ji bo parastina penaberên Sûrî li Libnanê, bi sedema berdewamiya Hizibulah di pêkanîna tawanan de li dijî penaberan.
Li aliyek din, komîta yasayî daxwaza lidarxistina kongireyek awarte li ser asta wezîrên derve kiriye ji bo gengeşekirina rewşa penaberên Sûriyê li Libnanê û rawestandina destêwerdana hin aliyên Libnanê di karubarên navxweyî yên Sûriyê de, ji ber ku beşdariya Hizbulah ya leşkerî li kêlek rijêma Esed wek destêwerdaneke kirêt tê dîtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî