Îro (roja şemiyê 12 tebaxê) yekem karwanê Hecacên Sûrî ber bi Hecê û mala xwedê destpê kir, ku ev pêncemîn sal e bi serpirştî û çavdêriya komîta bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ve tê rêvebirin.
Îro hejmara Hecacên Sûrî yên ji firokxaneya Xazî Entaba Tirkiyê gihişt 180 hecacî, û wê sibe karwanekî din ji Tirkiyê derkeve û ew jî ji 1058 hecacî pêktê.
Û komîta bilind ya Hecê ragihandibû ku îsal tê çavrêkirin hejmara heciyên Sûrî bigehêje 15 hezar kesî, wê ji dewletên cîran û Qeter û Misr û Îmarat û Kiwêtê bên.
Û komîta bilind ya Hecê belavbûna Sûriyan li cîhanê vegerand bi sedema çêbûna kiryarên derbiderkirin û koçberkirinê yên berfereh ên bi sedema oparesyonên leşkerî yên Rijêmê li ser qada Sûriyê çêbûn, û ligor amarên rêxistinên mirovî, nêzî 14 milyon kesî ji cihên xwe hatine koçberkirin.
Komîta bilind ya Hecê tekez kiribû ku sercem vîzayên Hecê wê bi rêka nivîsîngehên komîta bilind ya Hecê bin, bi hemahengiya ligel balyozxane û konslosên Erebistana Si’ûdî li herçar dewletan, di çarçovê rêkeftinek emzekirî de ligel wezareta Hecê ya Si’ûdî.
Tê zanîn ku çend nivîsîngeh li (Misr, Urdin, Libnan, Tirkiya, bakurê Sûriyê) ji aliyê komîta bilind ya Hecê hatine vekirin, tevî vekirina çend nivîsîngehên neserekî li (Imarat, Qeter, Kiwêt), û diyar kir ku ev yek bi armanca pêşkêşkirina ximeztê bo heciyên Sûriyê dibe, û ji bo rêxistinkirina tevgera wan bo mala xwedê ya pîroz.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî