Komîta bala ya hecê ragehand ko yekem karwanê hecaciyên Sûrî gihan bajarê Cedê yê Erebistana Siûdî, ko ji firokxaneya bajarê Hatay yê Tirkiyê firîne.
Komîtê diyar kir ko hejmara hecaciyên gihane 167 kes in, yên ko di rêbuhêrka Bab Alhewa re derbasî Tirkiyê bûne, evroj sibeha çarşembê gihan Erebistana Siûdî.
Tîma birêveber ya komîta bala ya hecê ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ve pêşwaziya hecaciyan kir, ew e ya ko rêkarên hecaciyan ji heft salan de birêve dibe.
Komîta hecê xizmetên xwe ji hemû Sûriyan re bê cudahî pêşkêş dike, vîza ji wan re dabîn dikin û digel wan diçin heta dighêjin xaka pîroz, herweha kadirên komîta birêveber û ya bijîşkî û ya xizmetan, karê wan bi rê ve dibe heta ferzên hecê bi dûmahî dibin û vedigerin.
Şanda Sûrî di salên bûrî de cihê rêzgirtinê û bilindnirandinê bû li bal hemû şandeyên din, ji ber rêkxistineke baş ji hecaciyên Sûrî re dikin, û hecaciyên sûrî pabend in bi rêkûpêkiyê.
Hevbendiya Niştimanî hevkariya serkeftî û encamdar ya di navbera komîta bala ya hecê ya sûrî û wezareta hecê û umrê ya Siûdî bilind nirxand, û tekez kir ko ew dê xizmetan ji hemû Sûriyan re bê cudahî pêşkêş bikin.
Hevbendiya Niştimanî bi navê miletê Sûrî bi rêzgirtin spasiya qeralê Siûdî û desthelata Siûdî kir, ji ber ew xizmeta mala Xwedê dikin, û karûbarê hecaciyan bi rê ve bibin, û pêdiviyên wan bo heca xwe bi hêsanî bikin dabîn dikin.
Hevbendiya Niştimanî girêbesta rêkxistina heca Sûrî ya werzê 1440-2019ê di sibata bûrî de imze kiriye, û girêbest li ser zêdekirina hejmara hecaciyan bû, da hejmar bigehê 22500 kesan, ku sala bûrî 19 hezar bûn, û tê pêşbînkirin ku wê karwanê hecê li pey hev ji Sûryê û dewletên hawîrdor birêkevin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî