Yekîtiya Hevrêzkariya Piştgiriyê (ACU) raporek taybet li ser hejmara derbider û pêdiviyên kampên li bakurê Sûriyê belav kir, û raport ji lêkolînekê li ser 320 kampan li 14 navçeyên li parêzgehên Heleb û Idlibê pêk hatiye.
ACU, da zanîn ku lêkolînê behsa kêmasiya Keristeyên germkirinê kiriye, û pêwîstiya hin konan bi saxbîrkirinê û hinan bi guhertinê heye.
Rêxistinê diyar kir ku 9% ji odeyên li kampê, ji yên ketine li ber lêkolînê, hewcedarî saxbîrkirinê ne, û pêdiviya 25% ji konên ketine ber lêkolînê bi çêkirinê heye, 29% ji tevahiya konan pêwîstî bi guhertinê heye, û 26% ji tevahiya kerevanan bi saxbêrkirinê heye.
Lêkolînê bal kişandiye li ser dijwariya gihîştina 49 kampan ji kampên bêyî xalên bijîjkî bo navendên bijîjkî, û destnîşan kir ku divê xebatek were kirin, da xalên bijîjkî yên bingehîn li kampên ku hejmarek mezin ji mirovên koçber lê hene bêne çêkirin.
Lêkolînê bal kişand ku ji destpêka adarê heya 14ê gulana îsal, 56.501 derbider gihîştine kampên bakurê Sûriyê di encama oparesyonên leşkerî yên rejîma Esed û sponsorên wê li ser bakurê Hema û Idlibê.
Lêkolînê diyar kir ku ji 25% ji kampan alîkariyên xwarinê nagihêjin wan, û lêkolînê pêşniyaz kir ku divê giringiyek taybet bo sektora xwarinê bête dan, ji ber ku ewlehiya xwarinê li kampên ketine li ber lêkolînê girîng e.
Û daxwaza giringiya peydakirina alavên germkirin û şewitandinê yên li gorî hewcedariya xelkê kampan kir, û bal kişand ku 61% ji kampên ketine li ber lêkolînê, ti ardû di zivistana borî de ji bo wan nehatibû pêşkêşkirin.
Di lêkolîna xwe de, Yekîneya Kordînasyona Piştgiriyê bang li hemû welatên têkildar û koma hevalbendên gelê Sûrî kir, da hevahengiyê bikin û çareseriyên rast bibînin û ewlehiyê peyda bikin ji bo ku koçber vegerin malên xwe.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî