Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Uqab Yihya, tekez kir ku rijêma Esed di pêkanîna tewanên cengê de li gindewarê Idlibê berdewam e, û ev dide xwiyakirin ku rijêm wê hertiştî bike ji bo tundûtûjiya ku li ser wê dijî û pişta xwe pê girêdide ji bo têkbirina çi pirosesa siyasî ya derdeseriya gelê Sûriyê bidawî bike, berdewam be.
Û Yihya got ku rijêm li ser bilindtirîn astên wê, hîn li ser rêbaza xwe ya xwîndar a kesî ji xwe pêve napejirîne berdewam e, ne li ser xakê tenê , lê di civînên navdewletî de jî, ku hîn jî şandên wê yên karên derve bi heman gotara xwe ya xerab kar dikin, û hîn jî dibîne ku ew kesên ji bo azadî û rûmetê derketin terrorist in.
Û Yihya amaje kir ku inistituya vekolînên navdewletî di riya bidehan raporan diyar dike ku niha ew bawer e , mana Beşar Esed di serokatiya desthilata Sûriyê de, tê wateya berdewamiya kuştin û wêraniyê, û bal kişand ser ku Beşar Alesed yê piroblemên wî yên derûnî hene, ew mezintirîn asteng e di riya çareseriyeke siyasî ya rastyeqîn de li Sûriyê.
Û Yihya dît ku Esed, wek tevaya diktatorên cîhanê, bi xweşî dest ji desthilatê bernade, û got ku dema rijêm desthilata xwe ya ewlekarî û leşkerî û destkeftên xwe yên darayî jidet bide , tenê wê çaxê dê dest ji desthilatê berde, û di vê derbarê de ji dewletên kartêker tê xwestin ku desthilat û destkeftên wî kêm bike da karibe wî neçarî destberdana ji desthilatê bike.
Û daxwiyaniya cîgirê serokê Hevbendiyê wek komentê bû, bo rapora Instituya Vekolînên Cengê ISW ya li Waşentonê derketiye, ku ew rapor dibêje : Mana serokê rijêmê Beşar Esed di desthilatê de, astengî ye li pêşiya bicîkirina aştiyê li Sûriyê, û ti bijarde ji bilî derkirina wî ji desthilatê tune ye.
Û herweha rapora ISW, ya ceneralên Amerîkî yên mezin yên xaneneşîn tê de hene, û peywendiyên wê yên mukum bi wezareta berevaniya amerîkî “Pentagon” re hene, got ku Esed û kesên nêzîkî wî, çi bizava navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê bi rêyên diplomasî têk dibin.
Û Instituyê di rapora xwe ya çareserkirina qeyrana Sûriyê, rasparde kir ku Amerîka rola xwe berfireh bike, û pirosesa dîplomasî ji nûve çalak bike, tevlî fişarên îkonomî, û nehêlana gihiştina pereyan bo Beşar Esed, û nehêle ew alîkariyên mirovî bidiz e.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî