Zarokek hat kuştin û çend kesên din birîndar bûn bi sedema bombebarankirina Şamê û gundewarê wê bi mûşekên ji aliyê hêzên Rijêmê ve, tevî emzekirina Rijêmê li ser rêkeftina agirbestê li wan navçeyan û bi gerantiya Rûsiya.
Çalakvanan got ku taxa Cober li Şamê û herdu bajarokên “Eynterma” û “keferbetna” li gundewarê wê û herwiha “Hoşeldewahira” bi mûşekên coreyê “fîl” hatin bombebarankirin.
Hemwelatiyên wan navçeyan tekez kirin ku bombebarankirin bû sedema birîndarbûna bi dehên sivîlan û wêrankirina avahiyan û navendên jêrxana bingehîn bi awayekî berçav, û hin serkirdeyên encûmenên xwecihî bal kişandin ku ew bi temamî berpirsyaretiyê têxin hustê Rûsiya, û dîtin ku pêwîst e ew bi erkê xwe rabe ji bo “rê li pêş Rijêmê bigire ji bo rawestandina karên xwe yên dijminkarî “.
Li aliyek din, Tora Sûrî ya mafê mirov di raportekê de li heyva êlûnê de gotibû ku Rijêma li tenişt hevalbenda xwe Rûsiya dubare navê wê di serê lîsteya encamderên komkujiyên Sûriyê de hat, û kuştina 912 sivîlan bi destê hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya di heman raportê de hatibû dîkomîntkirin, û xuya kiribû ku ji wan 498 sivîl di nav wan de 101 zarok û 83 jin û 33 dibin eşkencê de bi destê hêzên Rijêmê hatibûn kuştin.
Û di hevdîtinên vîdyoyî yên bi rêka enternet ên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî li gel serkirdeyên encûmenên xwecihî li Şamê û gundewarê wê tekez kirin ku Rijêm berdewam e li ser fişarên xwe û birçîkirina xelkê ji bo armanca sepandina mercên xwe.
Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî cext li ser giringiya ku NY bi karakirina mijara dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê rabe kir, û sivîlan biparêze û nehêle Rijêm kiryarên hovane li dijî sivîlan pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî