Amara qurbaniyên parêzgeha Reqê ji ber zêdebûna şer li dijî rêxistina DAIŞê gihişt zêdetir ji 1300 kesî , û NY got ku zêdetir ji 200 hezar kes ji bajêr koçbar bûne.
Çalakvanên bajarê Reqê gotin ku duhî roja pêncşemê zêdetir ji 40 kesî hatin kuştin bi sedema bombebarankirina navenda bajêr ji aliyê firokên Hevpeymaniya navdewletî, hevdem ligel topbarankirina taxên nişteciyan ji aliyê hêzên QSD bi rokêt û mûşekên arastekirî û têde zêdetir ji 36 sivîlan li roja çarşemê hatin kuştin di bombebarankirinek hevşêwe ji aliyê firokên Hevpeymaniya navdewletî û hêzên “QSD“.
Ku bi dirêjahiya 50 rojan, taxên bajarê Reqê rojane ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên ” QSD” tên bombebaran kirin û têde û ligo amarên ofîsa ragihandina Hevbendiyê ku 1342 sivîl hatine şehîd kirin û bi sedan hatin birîndar kirin ku nîvekê wan jin û zarokên.
Û duhî roja pêncşemê, alîkarê emîndarê giştî yê NY yê karubarên mirovî Orsola Moler got ku zêdetir ji 200 hezar kes her ji nîsana bûrî ji dorubera Reqê revîne, û di gotara xwe de li pêşiya Encûmena Asayîşê got ku “amara navhatî bi xwe ve 30 hezar kesî digire yên revîn bitenê li heyamê heyva niha ya tîrmehê“.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê îro di kongirekê rojnamevanî de xembariya xwe nîşan da li hember ketina sivîlan li ser destê Hevpeymaniya Navdewletî û herwiha ev yek şermezar kir û daxwaza rawestandina êrîşan yên rastî sivîlan kir, û herwiha daxwaza encamdana lêkolînên zelal kir derbarê wan êrîşan yên têde bi sedan û bi hezaran sivîl hatine şehîd kirin ku di nav wan de jin û zarok û malbat bi tevahî hene.
Hevbendiyê tekez kir ku pêwîst e rêveberiya Reqê bi carekî bikeve di dest xelkê wë de bi rêka encûmenek xwecihî ya helbijartî, li jêr çavdêriya Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî û bi beşdarî û piştgiriya nûnerên civaka sivîl dûr ji destêwerdanên derekî û baldestiya hêzên tundrew yên ne pabend bi ejinde û armancên şoreşa Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî