Piştî derbasbûna 11 rojan li ser emzekirina agirbestê, 399 binpêkirinên agirbestê ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê ve hatin encamdan, û hejmara şehîdên bi sedema binpêkirinan gihişt 271 kesî, 25 jin û 34 zarok di nav wan de hebûn.
Û ligor amarên Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, piraniya binpêkirinan li gundewarê başûrê Helebê û Wadî Bereda li gundewarê Şamê û gundewarê Hema û Der’a hatin encamdan, û ev amar navçeyên li jêr destê DAIŞê bi xwe ve nagire.
Û duhî roja duşemê zêdetir ji 22 caran agirbest ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên Hizibulaha terorîst li parêzgehên Şamê û gundewarê wê, û Heleb û Der’a hat binpêkirin, û têde 11kes, 2 kes ji wan zarok bûn, şehîd ketin, û 10 kesên din birîndar bûn.
Hevbendiya Niştimanî binpêkirinên agirbestê ji aliyê desthilata Beşar û Îranê û milîsên wê yên terorîst û pêkanîna tawanên şer, nemaze yên li navçeya Wadî Bereda dibin şermezar kirin, û hevdem rawestandina êrîşan bi awayekî bilez û şermezarkirina encamderên binpêkirinan û dadgehkirina wan ji encûmena ewlekariyê û ji aliyên çavdêrên agirbestê kir.
Hin çakakvanên navçeya Wadî Bereda ragihandin ku duhî navçe bi dehên guleyên tank û hawinan ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên terorîst yên Hizbullah hat bombebarankirin, û têde çend şehîd û birîndar ketin, û diyar kirin ku bombebarandin li ser gundê navçeyê ji 20 rojan ve berdewam e, hevdem ligel hewlên berdewam yên van hêzan bo derbasbûna li nav “Kefîr Alzêt”, û çalakvanan tekez kirin ku navçe di baredoxekî dijwar de dijî, bê hebûna hîç pêdiviyên jiyanê ku “ne av û ne eletrîk û nejî hêlên pêwendiyê û tora enternêtê nînin, piştî armanckirina sercem navendên xizmetgizariyê yên li navçeyê her ji destpêkirina oparesyona leşkerî ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên hizubulaha terorîst”.
Li aliyek din, çalakvanên Der’a tekez kirin ku taxa Elmenşiyê û taxên Dera Elbeled ji aliyê hêzên Beşar bi bermîlên teqîner û rokêtên tank û topxaneyan hatin bombebarankirin, û gotin ku bajarokên Elhirak û Elyadûda û Cilîn û Elni’îmê li gundewarê wê rastî heman êrîşan hatin, û taxa Elraşidîn û bazara Elcebes û herdu bajarokên Xan Toman û Xisla li başûrê Helebê rastî êrîş û bombebarankirina hêzên Rijêmê hatin, û bal kişandin ku bi sedema bombebarankirinê gelek sivîl birîndar bûne û avahî hatine wêrankirin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê