Nûçeyên Qadên Şer

Bêhtir ji 11 serbazên Esed hatin kuştin di şer û pevçûnên dijwar de, di navbera artêşa Azad û hêzên Esed de li taxa Cober li Şamê, û li bajarokê E´în Minîn li gundewarê Şamê, şer û pevçûn di navbera artêşa Azad û hêzên rêjîmê de qewimîn hevdem bû ligel gulebarankirina bajarokê navhatî bi çekên giran ji bal hêzên Esed. li aliyekî din û li bajarê Erbînê û ji encama êrîşeka…
Hêzên Esed sarûxeke zemîn – zemîn li bajarê Xan Şêxûn li gundewarên Idlibê barandin, di encamê de 8 kes şehîd ketin, 6 ji wan zarok in, û hinek birîndar bûn, birînên hindekan dijwar in. Herweha firokên cengî yên hêzên Esed êrîşin asîmanî birin bi ser bajarê Seraqib, Sermeda û Biniş de, di encamê de du kes li Seraqib şehîd ketin, û dido li Biniş, zêdeyî wilo du kes birîndar bûn…
Careke din rêjîma Esed li dijî Sivîlên Sûrî gazên qedexekirî bikar anî, ku duhî êvarî, firokên Esed bermîlên teqîner yên gaza Kilorê di wan de avêtin li ser gundê Elseyad li gundewarê Hemayê û bû egera ku bêhtir ji 40 welatiyên Sivîl tûşî bêhinçikînê bûn û di nav wan de zarok û jin jî hebûn. Li aliyekî din artêşa Azad berdewamiyê dide şerên xwe li gundewarê Hemayê, ku bi mûşekeka…
Ji encama êrîşên firokên Esed li ser gundewarê Helebê 28 welatiyên Sivîl şehîd bûn û di nav wan de hin zarok û jin hebûn, ku firokên Esed bi bêhtir ji 12 mûşekên valakirinê êrîşî bajarên Elbab û Tadiq û navçeya Elxîta kir, , ku bû egera encamdana komelkujiyan di derheqê Sivîlan de û têk birina avahiyên nişteciyan û têkşikandina samanên bingehîn yên wan navçeyên bordomankirî. Herwiha ji encama êrîşeka asîmanî…
Ji encama êrîşên asîmanî yên firokên Esed û avêtina bermîlên teqîner li ser bajarokê Ebû Elzihûr li gundewarê Idlibê 7 kes şehîd bûn. herwiha heman dîmen li bajarê Seraqib dubare bû, û çend kes lê birîndar bûn, hevdem bû li gel teqîna pakêteke teqîner bi otombêlekê de li dergehê rojava yê bajarokê Dergûş, ku bû egera hin ziyanên madî. û duhî, roja çarşemê û ji encama êrîşeka asîmanî li ser…
Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer