Nûçeyên Qadên Şer

Artêşa Azad di heman dema ku şoreşgeran 4 ji endamên " şebîhên Esed" li bajarê "Tîbit Elimam" di êrîşekê de li ser derdorê bajêr li gundewarê Hema kuştin, destdanîna xwe li ser xaleya heftan ya hêzên Beşar Esed û rêbenda Elmedacin li Başûrî bajarê Mûrik li gundewarê Bakurê Hemayê ragihand. Ji hêleke dî ve balefirên rejîma Esed bêtir bermîlin teqîner bi ser bajarokê Kefer Zêta li gundewarê Bakurê Hema avêtin.…
  Li gor toreya Şam ya nûçeyan, ev du roj li ser hev ku balefirên Hevalbendiay Navdewletî bi16 êrîşên azmanî, deverên cuda ji bajarê ElbûKemal li gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê armanckirin,û ta saet yek û nîvê nîvro berdewam kir. Êrîşan hejmarek ji wargehên rêxistina " Daiş" ya tirolist li bajêrp û devera pîşesaziyê û hecana û şaxê ewlekariya leşkerî (berê) armanc kirin. Di encamê de hejmarek mezin ji kuştî û…
Toreya Şam ya nûçeyan îroj kuştina 86 leşkeran ji hêzên Beşar Esed di pevçûnên bi şoreşgeran re li eniya bajarê Edra li gundewarên Şamê ragihand. Toreyê zêde kir:" 8ên dî di teqîna bingehek sarûxên "Fîl" li eynî deverê hatin kuştin". Bê ku tu ronîkirinên dî li ser mijarê eşkere bike. Ji hêleke dî ve,  rejîma Esed bikaranîna xazên jehirdar di êrîşên li ser bajar û deverên li gundewarê  Şamê dubare…
Îro Sêşembê bombebaraneke asmanî ya Firokên Rêjîma Esed giha Gundê Kefir Diryan li gundewarê Idlibê,û bû sedema kuştina 10 Sivîlan û 15 kes birîndar bûn, li gora Acansa Smart, ev êrîş piştî êrîşên Hevalbendiya Navnetewî bi çend demjimaran çê bû. Firokên Esed yên Cengê bi 5 mûşekan Gund amanc kirin, çar Mirîşkgeh û malek wêran kirin, ji ber weha10 kes şehîd ketin ji nav wan zarokek û 16 kes jî…
Hevalbendiya Navdewletî bi serkêşiya Emerîka yekemîn êrîşên xwe yên Azmanî û sarûxî li ser wargehin rêxistina " Daiş" ya tirorist li Reqayê û Dêra Zorê  û gundewarên Helebê pêk anîn, û hindek êrîşên azmanî li ser komgehên li gundewarên Humsê bi mebesta  ku yên "Daiş"ê ne. Li Reqayê hejmara êrîşên Hevalbendiya Navdewletî li gor toreya Şam gihişt 18 êrîşên azmanî, li ser seraya parêzgehê li orta bajêr û rêbend û…
Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer