Nûçeyên Qadên Şer

Wednesday, 03 September 2014 21:50

10 Şehîd Li Harim Ji Encama Avêtina Bermîlan

Li bajarê Harim ser bi gundewarê Idlibê ve, 10 sivîl şehîd bûn û bidehên birîndar bûn û yên birînên wan giran hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî, ji encama êrîşên firokên şer yên hêza Esed li ser bajêr bi avêtina bermîlên teqîner. Herwiha ji egera gulebarankirina gundê Mir´iyan li gundewarê Idlibê bi çekên giran yên hêza Esed, du kes şehîd bûn û hin dî birîndar ketin. Hevdem pêre herdu bajarokên Elhibît…
Roja yekşemê 31-8-2014 demjimêr 12ê nîvro hêzên rêjîma Sûrî taxa Xiwêran topbarankirin û kesekî jiyana xwe ji dest da û du kes birîndarbûn. Ji çiyayê Kewke hêzên rêjîmê taxa Xiwêran bi şêweyekî dijwar topbaran kir, û li gor peyaminêrê me yê li Hesekê, çekdarên Xiwêran zû li êrîşên rêjîmê vegerandin û çar topên hawin li ser navenda bajêr avêtin, ya yekemîn li kolana mizgefta mezin ket li hinber dermanxaneya Zubeydî…
Artêşa Azad li taxa başûr li bajarê Busra Elşam bi hêzên Esed re bi hev ket, di şer de Artêşa Azad girt ser bargehek hêzên Esed li taxê ,hejmarek ji serbazên wî kuştin û dest danî çek û bumbe û fîşekên tê de. Herweha pevçûnin dijwar di navbera Artêşa Azad û serbazên Esed li kêlekên taxa" Menşa". Li hember wilo firokên Esed bermîlên teqîner bi ser bajarê Newa de avêtin…
Bi guleyên Topan Şoreşgeran li bajarê Miherdê baregehên Hêzên Rêjîma Esed amanc kirin, wan bombebaranan armacê xwe yekser pêk anîn û hejmarek ji endamên hêza Sesed birîndar bûn, herweha Şoreşgeran bi mûşekek Kornît li Herêma Şîha erebeyek BMB têk bir. Herweha Şoreşgeran Pirbenda Hoş Zêdan nêzîk Bajarokê Tildira amanc kir, di encamê de çend Endamên Hêza Esed hatin kuştin û çendek Birîndar bûn. Di heman mijarê de Firokên Cengî yên…
Hêzên Elesed li Dêra Zorê êrîşên asmanî birin ser bajarê Mûhesen, di encamê de çar sivîl û bidehan Birîndar ketin, herweha bi bombebaraneke topên giran li ser taxa Elhiwêqa li Dêra Zorê Jinek şehîd ket û çend kes Birîndar bûn. Di heman nûçeyê de Firokên Elesed bi Êrîşên Asîmanî Bajarokên Hemîdiyê û Xerîta û Kargehek pêşçêkî li Bajarê Meyadîn li Dêra Zorê bombebaran kirin, li pey xwe çend Birîndar hiştin…
Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer