Artêşa Azad di heman dema ku şoreşgeran 4 ji endamên ” şebîhên Esed” li bajarê “Tîbit Elimam” di êrîşekê de li ser derdorê bajêr li gundewarê Hema kuştin, destdanîna xwe li ser xaleya heftan ya hêzên Beşar Esed û rêbenda Elmedacin li Başûrî bajarê Mûrik li gundewarê Bakurê Hemayê ragihand.
Ji hêleke dî ve balefirên rejîma Esed bêtir bermîlin teqîner bi ser bajarokê Kefer Zêta li gundewarê Bakurê Hema avêtin. Li Humsê jî serbzên Artêşa Azad dest danîn ser rêbendek ji yên hêzên Esed li eniya Bakur li bajarê Elresten, ew jî di heman dema ku êrîşin bi bermîlên teqîner li ser bajarê Telbîsê, ku di encamê de hejmarek birîndar ketin, herweha bumbebaranek hempa giha gundên li gundewarên Bakurê Humsê