Sunday, 28 September 2014 00:00

Balefirên Esed Êrîşan Bi Xazên Jehirdar Bi Ser Dêra Zorê De Dibe

Rêjîma Esed duh bajarê Dêra Zorê bi xazên jehirdar bumbebaran kir, di encamê de 25 sivîl birîndar bûn.

Balefirên Esed du sarûxên bi xaza Kilora jehrdar dagirtî bi ser  kolana Eltekaya de avêtin, û di encamê de 25 sivîl di nav wan de 3 jin ketin rewşên fetisandinê de, rewşa didwan ji wan di metirsiyê de ye.

Ji hêleke dî ve topa rejîmê derdorên bajêr topbaran kir û taxên nişteciyan li devera "Hiwêcit Segir" armanc kir, herweha êrîşek topane bir bi ser gundê "Elcinênê" de li gundewarên bajêr, û di encamê de hejmarek birîndar û 2 jin şehîd ketin.

Jêder: Toreya Şam – Smart –Komîtên Hevrêziyê.

Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer Balefirên Esed Êrîşan Bi Xazên Jehirdar Bi Ser Dêra Zorê De Dibe