Tuesday, 23 September 2014 00:00

Hevalbendiya Navdewletî 50 Êrîşên Asîmanî Dibe Ser Wargehên Daişê Li Hejmarek ji Parêzgehan

Hevalbendiya Navdewletî bi serkêşiya Emerîka yekemîn êrîşên xwe yên Azmanî û sarûxî li ser wargehin rêxistina " Daiş" ya tirorist li Reqayê û Dêra Zorê  û gundewarên Helebê pêk anîn, û hindek êrîşên azmanî li ser komgehên li gundewarên Humsê bi mebesta  ku yên "Daiş"ê ne.

Li Reqayê hejmara êrîşên Hevalbendiya Navdewletî li gor toreya Şam gihişt 18 êrîşên azmanî, li ser seraya parêzgehê li orta bajêr û rêbend û avahiya hesp-siwariyê li Rojavayê bajêr, herweha Wargeha Pêşengan Başûrî Reqayê, û avahiya Şaxê Ewlekaria Dewletê û derdora nexweşxaneya niştimanî jî.  Toreyê zêdetir got ku: "5 êrîş çûn ser firokxaneya Tebqa ya leşkerî, 3 li ser Bajarê Girê Spî û liwayê 93an û derdorên wî li bajarê Eyn Isa li gundewarê Reqayê, ev wargeh hemû jî bi ser rêxistina "Daiş"  ya terolist ve ne, û di encama van êrîşan de bi dehan kuştî di nav wan de ketin.

Li Dêra Zorê  îroj Sêşembê û li gor ajansa Smart, hejmarek ji serbazên " Daiş" di encama êrîşeke azmanî de ji balefirên Hevalbendiya Navdewletî hatin kuştin. Ajansê got: " Balefirên Hevalbendiyê bi sarûxan rêbenda hesp-siwariyê li bajarê Elbû Kemal li gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê armanc kir, êrîşek  wek wê bi ser  wargehên rêxistinê li devera Enbarên Genim û dibistana Ziraha, û avahiya şarederiyê li nêzî Elbû Kemal bikar anî, di encamê de hejmarek ji serbazan hatin kuştin". Ajansê weha zêde kir: " 6 endam ji rêxistina "Daiş" di encama êrîşên balefirên Hevalbendiyê li ser Cihê Deranîna Xwê li bajarokê Tibnê li gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê hatin kuştin, û êrîşek dî wek wê li ser çiyayê Tabûsê nêzî gundê Şimêtiyê tu encam neda ".

Berpirsekî Emrêkî di Bintagon de destîşan kiribû ku: " 50 êrîşên azmanî bi ser xalên rêxistina " Daiş" de ji saetên  destpêka berbangê de li Sûriyayê pêk hatin".

 Ji bilî wilo, li gor Smart, 6 kesên sivîl di encama êrîşeke azmanî de li ser devera derdora çiyayê Şair li gundewarê Rojhilatê Himsê jiyana xwe ji dest dan, ajansê zêde kir: " Balefirên Hevalbendiya Navdewletî , bi sarûxan konin koçerên deverê armanc kirin, di encamê de 6 sivîl ji heman malbatê şehîd ketin. Li gundewarê Idlibê jî 4 teqînan wargehên rêxistina Cebhet Elnusra li bajarokê Orim Elsuxra hejandin û di encamê de  hejmarek ji sivîlan bûn qurbanî, û avahî bi erdê ve hatin rastkirin.

Jêder: Hevbendî – Ajansin cuda.

Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer Hevalbendiya Navdewletî 50 Êrîşên Asîmanî Dibe Ser Wargehên Daişê Li Hejmarek ji Parêzgehan