Wednesday, 24 September 2014 00:00

Li Edra: Ziyan in Gewre Di Nav Hêzên Rejîmê De.. Esed Bersivê Bi Kîmawî Dide

Toreya Şam ya nûçeyan îroj kuştina 86 leşkeran ji hêzên Beşar Esed di pevçûnên bi şoreşgeran re li eniya bajarê Edra li gundewarên Şamê ragihand. Toreyê zêde kir:" 8ên dî di teqîna bingehek sarûxên "Fîl" li eynî deverê hatin kuştin". Bê ku tu ronîkirinên dî li ser mijarê eşkere bike.

Ji hêleke dî ve,  rejîma Esed bikaranîna xazên jehirdar di êrîşên li ser bajar û deverên li gundewarê  Şamê dubare kir, ew bikaranîna îroj li Edra Elbeled çêbû, 8 şehîd ketin û bêtirî 50 kesên dî ku zarok jî di nav wan de hene ketin rewşa bihinçikandinê de.

Di wê navê re, şer di nav hêzên Beşar Elesed û Artêşa Azad de li ser gelek eniyan li Xûta Rojhlatî li Şama paytext û gundewarên wê çêbû, şoreşgeran yek ji efserên Esed li eniya Edra dîl kir, û tankek (T72) teqandin, herweha şoreşger di riwê wan hêzên ku hewl dan derbasî bajarê Tîba li Qelemon bibin sekinîn.

Li hember vê yekê, bi dehan bumbeyên Hawnê li ser hindek taxên Şamê ketin, 13 bumbe li Taxa Elmuhacirîn, deverên Elmezreha, Sebeh Behrat, û kolanên Bexdad û (29)ê Eyarê bê ku qurbanî hebin ketin. Di encama ketina  hindek bumbeyan li Ser Taxa Edewî li orta bajar sivîlek şehîd ket û sê ji wan birîndar bûn. Ji hêleke dî ve hejmara qurbaniyên êrîşa topane duh li ser bajarokê Miqliyê giha 4 şehîdan û 10 birîndaran, zarok û jin jî di nav wan de hene.

Jêder: Hebendî – Smart – Şam.

Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer Li Edra: Ziyan in Gewre Di Nav Hêzên Rejîmê De.. Esed Bersivê Bi Kîmawî Dide