Hêzên Esed kuştareke nû li Helebê li taxa “Heyderiyê” ji ber avêtina bermîleke teqîner ku balefirên wî avêtibûn bi ser navenda erebeyên giştî yên rêwiyan ji Helebê vediguhêzin gundewarên wê pêk anî, û di encamê de 15 sivîl hatin kuştin û hindek birîndar bûn, û gelek erebe li deverê hatin şewitandin, di heman demê de rêxistinên hawarçûnê bêçar man ku ji ber armanckirina wan ji aliyê hêzên Esed ve bi bumbeyên Fozdîka ku ji deverê vekişin.
Ev êrîş bi êrîşên balefirên Esed bi bermîlên teqîner li ser taxên ” Saxûr”, ” Dehrit Ewad”, û taxa “Riya Babê”, pêk hatin, di encamê de çend sivîl birîndar bûn, û hindek ziyanên madî çêbûn. Li hember wilo, şoreşger bi hêzên Esed re li taxên “Seyf Eddewlê” û ” Silêmanê Helebî ” bi hemû cureyên çekan bihev ketin.
(jêder :Hevbendî û Comîtên Hevrêziyê)