Tuesday, 30 September 2014 22:01

Têkçûnên Hêzên Esed Li Edra Mezin In… Û Serperiştê Alayê “Fetih Elşam” Li Heresta Hat Kuştin

Di pevçûnên navbera Hêzên Esed û Şoreşgeran de li derdorê bajarê Edra li herêma Gundên Şamê yên Rojhilat doh 30 leşkerên Beşar Elesed hatin kuştin û hinên din birîndar bûn.

Û erebeyek leşkerî (BMP) û Topek 23 û Tangek (T72) têk çûn, herweha bi teqîna mayîneke zemînî 7 leşkerên din li kinarê bajêr hatin kuştin. Hêj pevçûn di navbera Hêzên Esed û Hizbullah ji aliyekî ve û yên Artêşa Azad ji aliyekî din ve li Rojavayê çiyayê Qelemon berdewam e.  

Di heman çax de jî pevçûn li ser tewera Ewlekariya asmanî li bajarê Heresta û li derdora Erbîn li Xûta Rojhilat di nav êrîşên asmanî ji Firokên Esed li Herêmê ku giha 6 êrîşan berdewam e. Ji hêleke din ve kesine nediyar Serperiştê Alaya “Fetih Elşam” Fehed Mehmûd Elkurdî li bajarê Heresta kuştin.

Jêder: Hevbendî+Simart+Şam 

Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer Têkçûnên Hêzên Esed Li Edra Mezin In… Û Serperiştê Alayê “Fetih Elşam” Li Heresta Hat Kuştin