Nûçeyên Siyasî

Rojnama "The Wall Street Journal" di raportekê de, hejmarek ji çîrokên welatiyên sivîl yên belgeyên nasnameyê û yên hevjîniyê û qeydkirina navên zarokan li rex wan tune ne belav kir, û li gorî rojnameyê ev yek vegerand sedema ku rejîma Esed çi belgeyên fermî nade dijberên xwe. Rojnamevan Reca Abdul Rehîm, di raporta xwe de bal kişand ku rejîma Esed bi awayekî sereke bi rêya "deftara malbatê" hewla riswakirina welatiyan…
Parêzerê Libnanî yê taybetmedar di yasaya navdewletî de, Tariq Şindib, anî ziman ko dadweriya Emerîkî mafê wê heye rêjîma Beşar Elesed ji ber kuştina rojnamevan Marî Kolvîn ,ya sala 2012ê hatiye kuştin, dadgeh bike. Şindib di daxuyaniyekê de ji acansa Simart ya ragehandinê re duhî got ku dadgeha Emerîkî ya ko berpirsiyariya kuştina rojnamevan Kolvîn da ser milê rêjîmê, mafê wê heye ko peyketina tawankaran li derve jî bike, û…
Hevpeymaniya navnetewî ya bi serkêşiya Amerîkayê bi berpirsiyariya xwe mukir hat, di ber kuştina bêtir ji hezar kesên sivîl bi oparesyonên esmanî yên ji sala 2014'an ve li dijî çeperên çeteyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê. Hevpeymaniyê di raportekê de li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku êrîşên esmanî yên li dijî rêxistina terorîst bûne sedema kuştina bi kêmanî 1190 sivîlan "bê mebest" li Sûriya û Iraqê. Lê…
Rêkxistina tendiristiya cîhanî roja pêncşemê di daxuyaniyekê de anî ziman ko nekêmî 29zarokên nûjidikbyî li kampa Holê li gundewarê Hesekê di hefteyên bûrî de, piraniya wan bi sedema sermayê, jiyana xwe ji dest dane. Rêkxistinê destnîşan kir ko di du mehên bûrî de 23hezar kes piraniya wan zarok û jinên ji ber şerê navbera milîtanên PYD û rêkxistina Daişê ji gundewarê Dêra Zorê reviyane. Nûnera rêkxistina tendiristiya cîhanî li Sûriyê…
Wezareta Gencîneya Amerîka, duhî roja pêncşemê siza li ser li milîsên Îranê yên alîgirên rejîma Beşar Esed ragihandin, ji bo xistina fişaran li ser Tehranê û Supayên Pasdaran. Navê feyleqa "Fatimiyûn" ya ji çeteyên Afganîstanê û ya "Zeynebiyûn" ya çeteyên Pakistanî pêktên di lîsteya reş ya Gencîneya Amerîka de hatine, ji bo qedexekirina torên darayî yên navnetewî li ser wan bi armanca kontrolkirina operasyonên wan. Wezareta Gencîneya Amerîkî got ku…
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî