Nûçeyên Siyasî

Rêxistina "Human Rights Watch" piştrast kir ku dibistanek li Idlibê ji aliyê rejîma Esed bi roketên giran hat bombebarankirin, û têde hejmarek ji zarokan şehîd ketin, û dît ku ev êrîş digihêja asta "tawanên şer". Rêxistina navnetewî duhî roja înê di raportekê de got ku ji aliyê hêzên rejîmê êrîşeke bêserûber û neyasayî li nêzîk dibistana "Al-xensa" li bajarokê "Circinaz" li deşta başûrê Idlibê li roja 24'ê mijdara borî hatibû…
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe ya dawiyê de aşkere kir ku êrîşên Hevpeymaniya Navnetewî her ji 5'ê çileyê paşiya îsal de, bûne sedema mirina 2984 kesên sivîl, di nav de 932 zarok û 646 jin. Torê di rapora xwe de diyar kir ku herî kêm 168 komkujî hatine pêkanîn, di her yek ji wan de bi kêmî pênc kes hatine kuştin, ligel nêzîkî 182 bûyerên êrîşan li…
Komisyona Penaberan ya Netewên Yekbûyî "UNHCR" li Libnanê, duhî roja çarşemê, di raportekê de hejmareke mezin û tirsnak ya ziyanên bahoza berfê li kampên penaberên Sûrî li Libnanê aşkere kir . Komîsyonê di raportê de bal kişandiye ku devera "Al-simaqiyê" li bakurê Libnanê zêdetir ji deverên din ketiye dibin bandora bahozê de, piştî ketibû li ber şap û lehiyê, û nêzîkî dusedhezar kesî jê hatin veguhestin ji bo bicihkirina wan…
Ji aliyê hin parêzerên Sûrî û Rêxistinên Mafên Mirovan li Holandayê dozeke dadwerî li dijî rayedarên rejîma Esed ên sûcdar bi tawanên şer ên li çend salên borî li Sûryê hatine pêkanîn vebû, û ev gav bû cihê dilxweşiyeke berfireh di nav tevgera mafên mirovan û ya siyasî de. Rartekek li roja duşemê ji aliyê Tora "BIRN" ve ya taybetmend bi dadpirsînan li Ewropa hat belavkirin, û têde gotiye ku…
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan, di raporteke xwe de duhî aşkere kir ko wê dora 369 binpêkirinên hêzên Esed ji peymana Sotşî re belge kirine, ji gava imzekirina peymanê 17ê eylûlê heta 23 çileyê pêşî yê îsal de. Toreyê di raporta xwe de ya bi navê: ‘’Diyartirîn binpêkirinên peymana Sotşî ya navbera Rûsya û Tirkiyê ya kêmkirina şerî li herêmê‘’, û tekez kir ko piraniya wan li herêmên bêçek çêbûne.…
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî