Rawêjkara taybet ji bo Karûbarên Mirovî li Sûriyê, Najat Roşdî, daxwaza “rawestandina hemû êrîşên li ser sivîlan û jêrxana bingehîn bi awayekî bilez kir”, di nav de êrîşên li ser nexweşxane, dibistan, bazaran û cihên pîroz, û ev êrîş bi tawanên şer pejirandin.
Ev daxuyanî da, yekser piştî lidarxistina civîna Koma Xebatê ya taybet bi Karûbarên Mirovî, îro li roja pêncşemê li ser rewşa Idlib û kampên penaberan li Hol û al-Rikban, û şêwirmenda karûbarên mirovî bal kişand ku wê raportên Netewên Yekbûyî yên li ser kiryarên hovane li devera kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê dîtine.
Berpirsa Netewên Yekbûyî, got ku “pêwîstiya sê milyon kesî li Idlib bi parastinê heye”, û hişyarî da ku “gefa trajediya mirovahiyê zêdetir dibe, heger tundutîjî neyê rawestandin” û diyar kir ku kampanyaya dijwar li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan, bûne sedema ziyanên mezin û mirin û koçerbûna bi hezaran welatiyên sivîl, û hişyarî da ku “ev êrîş weke tawanên şer têne pejirandin”.
Roşdî, diyar kir ku pêwîstiya kesên li kampa Hol li beriya Hesekê mane “bi parastinê û alîkariya lezgîn heye, ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo rewşa kampê “.
Berpirsa Navnetewî got ku “piraniya wan (91 ji sedî) ji 72 hezar kesên li kampê, ji jin û zarokan pêk tên, û 65 ji sedî ji wan di binya diwanzdeh salan re ne”.
Derbarê kampa al-Rikban, ya ku di bin dorpêça ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya de dijî, Roşdî got ku rewşa mirovahî ya 29 hezar kesî di hundirê kampa al-Rikban de “dimîne di bin metirsiyeke cidî de ji ber nebûna keresteyên sereke û xizmetên bingehîn, ku ti alîkarî negihîştine wan ji zêdetir ji çar mehan de”.
Û Roşdî bang li hemû dewletên kartêker kir ji bo hêsankirina gihîştina alîkariyên lezgîn ji bo kesên li kampa al-Rikban, û piştgiriya daxwaza Netewên Yekbûyî ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo wan, ji bo vehewandina demekî li navendên hêwirandinê, herweha guhdana bi kesên ku vegeriyane navçeyên xwe yên resen.
Û berpirsa navnetewî, gaziya endamên Koma xebatê ya karûbarên mirovî kir ji bo ku wefadar bin bi peymanên xwe yên parastina sivîlan re, yên ku bi salan e di nav nexweşiyê de dijîn, û got “alîkarîya mirovî jêdera jiyanê ye li Sûriyê, û pêwîstî bi gavên cidî û berbiçav heye, ev ne tenê pêwîstiyeke mirovî ye, lê herwiha ew erk e jî”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat