Almanya bi tundî armanckirina welatiyên sivîl, nexweşxane û stafên bijîşkî ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wê ve li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê şermezar kir, û tekezî li ser pêwîstiya rawestandina êrîşên leşkerî li ser Idlib û derdora wê kir.
Wezareta Derve ya Almanya di daxuyaneyekê de ,roja înê, ragihand ku êrîşên rejîma Esed û hevalbendên wê her ji dawiya meha nîsanê ve berdewam in, ku hin navendên bijîşkî yên bi piştevaniya Almanyayê hatine armanckirin, û gelek karmendên bijîşkî hatine kuştin.
Wezareta Derve ya Almanya daxwaz ji rejîma Esed û alîgirên wê kir ku êrîşên leşkerî yên li ser Idlib û derdora wê rawestînin, û rêzê li yasayên navnetewî bigirin û parastina sivîlan misoger bikin.
Û sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres, bi xurtî êrîşên esmanî yên li dijî deverên niştecîhan û navendên bazirganiyê herweha navendên bijîşkî û xizmetgozariyê şermezar kirin.
Guterres tekezî li ser pêwistiya parastina welatiyên sivîl û binesazî û dezgehên bijîşkî kir, û cext li ser darizandina her kesekî gunehbar bi binpêkirina yasa navnetewî û yasa mirovahî ya navnetewî kir.
Hin rojnameyên xwecihî li rojên pêncşem û şemiyê ragihandin, ku şeş navendên bijîşkî û xizmetgozarî bi tevahî ji ber êrîşên bimebest yên balafiran ji xizmetkariyê ketine, di nav wan navendan de, nexweşxaneyên neştergeriyê, navendên tenduristiyê, navendên parastina sivîl û dibistanek .
Komela bijîşkî ya Sûrî-Amerîkî “Sams” li roja pêncşemê diyar kir ku nexweşxaneya “Mi’eret al-Ni’hman” rastî êrîşeka esmanî hat di dema ku zêdetir ji 250 kes di nexweşaneyê de hebûn, ji nexweş û birîndar û karmendan, di nav de 48 zarokên biçûk û zarokên şîr û yên pêçekê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, gazî li Netewên Yekgirtî kir, ji bo êrîşên leşkerî yên rejîma Esed li dijî welatiyên sivîl li Idlibê şermezar bike, û daxwaza tevgereke cidî ji bo rawestandina bombebaranê û parastina welatiyên sivîl kir.
Hevbendiya Niştimanî, armanckirina welatiyên sivîl weke “karekî tawankarî” binav kir, û cext li ser pêdiviya aktîvkirina sîstema darizandin û dadweriya veguhêz kir, tevî zêdekirina sizayên aborî û yasayî li dijî rejîma Esed.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî