Wezareta gencîneya Amerîka duh sêşemê, di çarçoveya tengasîkirina çalakiyên Hizbulah de, sizayên nû li ser hin kesayetiyên alîgirên milîsên terorîst yên Hizbulah sepandin, ku hêjî piştgiriya rejîma Esed dike û beşdariyê di tawanên şer li dijî welatiyên sivîl dike.
Wezareta gencîneya Amerîka duh êvarê siza li ser “Fadî Serhan” sepandin, yê gunehbar ji aliyê Waşington her ji sala 2015 ve, bi piştgiriya darayî û bihêzkirina cebilxaneya leşkerî ya milîsên terorîst yên Hizbulah bi rêya marketa xwe ya firotina alavên elektronî li Beyruta paytexta Libnanê.
Di daxuyaniya Wezareta gencîneya Amerîka de hat ku Serhan, yê tawanbar bi piştgiriya Hizbulah, firokeke bêfirokevan ji modela (UAVs) û yedekên wê, û gelek alavên elektronî ji kompaniyên Washington, Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn kirîne, û di teksta sizayên Amerîkayê de hatiye ku darayîya wan kesayetî û kompaniyan were bilokkirin.
Sizayên nû yên Amerîka dê hemû darayî û maliyeta Serhan û kompaniyên di bin desthilata dadweriya Amerîka û yan jî di bin kontrola kesên li Amerîka bilok bike, û herweha di çarçoveya timamkirina sizayên ji aliyê Washington hatine sepandin, dê serederiya digel wan kesayetiyên alîgirên Hizbulaha terorîst li Amerîka qedexe bike.
Herweha ku ji aliyê Wezareta gencîneya Amerîka ve li roja 9’ê tîrmeha aborî, sizayên aborî li ser sê serkirdên Hizbulah hatibûn sepandin, û navên van kesayetiyên navdar yên Hizbulah di lîsteya sizayan de hatine: Mohamed Re’id, serokê firaksyona “Alwefa Lilmuqawemê”, û parlamenter Emîn Şerî, û Wafik Sefa, serokê yekîneya Peywendî û kordînasyona di navbera Hizbulah û partiyên din yên Libnanî de.
Tê zanîn ku Wezareta gencîneya Amerîka di gulana sala par, sizayên giran li ser sekreterê giştî yê Hizbulaha Hesen Nesralah û hejmarek ji serkirdên navdar yên Hizbulah sepandin, di nav de cîgirê Nesralah, Na’im Qasim, û serokê encumena siyasî ya Hizbulaha Ibrahîm Emîn al-Seîd, Serokê Encumena Şerîha, Mihemed Yazbek, û alîkarê siyasî yê Nasralah, Hesen Xelîl.
Ji hêla xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi germî pêşwazî li vê gava Wezareta gencîneya Amerîka kir, ku dibe bibe fakterê lawazkirina darayîya mîlîsên terorîst yên Hizbulah û tengasîkirin û dorpêçkirina Hizbulah ji aliyê aborî û qelskirina dahatiyên wê yên nerewa li cîhanê, ji bo twanên wê yên li cîhanê kêm bikin û bi taybetî yên li Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku Amerîka her ji sala 1997’an ve, “Hizbulah” wekî partiyeke terorîst xistiye di nav lîsteya reş ya terorê de, û Hizbulah bi destêwerdana leşkerî di karên welatên ereban, nemaze li Sûriya û Yemenê hatiye tawanbarkirin, ku çeteyên Hizbulah her ji sala 2013’an bi awayekî rasterast digel hêzên Esed şer dikin, ji bo tepeserkirina şoreşa Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî / Wekalat