Çalakvanan hişyarî dan ku dibe berdewamiya tengavkirina penaberên Sûrî li Libnanê, û propaganda li dijî wan ji aliyê siyasetmedarên alîgirên milîsên Hizbullah û rejîma Esad, bibin sedemên sereke ji bo êrîşa li ser kampên penaberên Sûrî li Libnanê.
Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty), duh roja çarşemê dît ku êrîşa li ser kampên penaberên Sûriyê li Libnanê “mînakeke eşkere ya zêdebûna dijminatiyê ye”, ku wan han dide ber bi vegere welatê xwe ji ber tirsa li wan dibe.
Amnesty di rapora xwe de got ku “ku bi sedan penaberên Sûrî ji ber êrîşa hefteya borî bi neçarî ji Dêr al-Ahmer bar kirin, ku kampek nefermî ye li geliyê Beka’h, û ev yek mînakek eşkere ye li ser dijminatiya zêde ku berê gelek ji penaberên li Libnanê dide vegera Sûriyê tevî binpêkirinên berdewam yên ji yasa navdewletî ya mirovahî re li Libnanê”.
Li gorî Amnesty ku rayedarên Libnanê her ji tîrmeha sala 2018 ve kar dikin li ser vegerandina penaberan ji bo Sûriyê bi “pêkanîna fişaran li ser penaberên Sûriyê bi rêya komek ji polîtîkayên hikûmraniyê, şert û mercên mirovahî yên xerab û nijadperestiya berbelav”, bi rêya operasyonên “valakirina konan bi rengek neyasayî, û qedexekirina çûnûhatinê û bi serdegirtina berdewam ya kampên penaberan û girtinên girseyî “.
Birêvebera Amnesty ya lêkolînên Rojhilata Navîn li Lynn Maalouf, diyar kir ku penaberên Sûrî rastî ” tirsandina berdewam û hestên bêhêvîbûnê bûne”, û axaftinên hikûmeta Libnanî yên dibêjin ku penaber bi dilxwaziya xwe vedigerin Sûriyê bi derw dan zanîn, û dît ku bûyerên wekî êrîşa li ser Dêr al-Ahmer, ku nîşan e li ser ku “jiyan, sebaret penaberan êdî nayê qedandin, ku gelek penaber ti bijardeyê ji bilî vegera Sûriyê nabînin”.
Û Maalouf got ku rayedarên Libnanê “jiyana penaberan aloztir dikin, bi rêya neparastina wan ji êrîş û tengavkirin û tirsandinê, û bi diristî seqayekê peyda dike, ku bi neçarî vegerin ji bo Sûriyê, û li wir dê rastî rîska lêpirsînê, îşkence, girtin, wendakirina bi zorê û binpêkirin û tawanbariyan bibin”.
Birêvebira Lêkolînên Rojhilata Navîn li Amnesty got ku “rayedarên Libnanê pabendiyê nakin bi peymana xwe ya ku çênabe penaberan vegerînin cihê rîskeke rastyeqîn ji zilm û çewisandina mirovan lê hebe.”.
Û Maalouf daxwaz ji hikûmeta Libnanê kir ji bo pêwîstiya nehêlana “faktorên tengavkirina penaberan, wek zehmetiya bidestxistina belgenameyên niştecihbûnê yên fermî û astengiyên din, û nehêlana vegera penaberan bi temamî ji bo Sûriyê “, herwiga daxwaz ji civaka navnetewî kir ku “perepêdan û îmkanên diravî peyda bike ji bo bicihkirina penaberan, û pêkanîna fişaran li ser rayedarên Libnanê da penaberan venegerînin Sûriyê, eger ewlehiya wan dabîn nebe, û mafên kesên vegeriyane misoger nebe”.
Ji aliyek din ve, Amel Şêxo, seroka ofisa karubarên penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û opozisyona sûrî, duh got ku dubarebûna gotarên kîn û neyartiyê ji aliyê Karbidestên Libnanê, di nav de axaftinên wezîrê derve Cibran Basîl, dibin sedema beşek mezin ji tawanên dijî penaberên Sûrî li Libnanê, û tekezî kir li ser girîngiya rawestandina gotarên nijadperestî yên li dijî penaberan û pabendiya bi yasayên Netewên Yekbûyî yên ji bo wan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî