Balyozên dewletên yekîtiya Ewropî di dema hevdîtina digel şanda desteya danûstandinan ya Sûrî, tekez kirin ko yasaya hejmar 10 tawankariyek e rêjîma Esed dike eger sûr be li ser cîbicîkirina wê.
Balyozan got ku divê kesên tawankariyên cengê li Sûriyê kirine ji sizayan rizgar nebin, her weha balyozan tekez kirin ko dewletên wan piştgiriya tekûz ji pirosêsa siyasî re dikin, li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Ev hat piştî ko desteya dasnûstandinan zincîrereke hevdîtinan li paytexta Belcîka Biroksilê pêk anîn, ji wan jî ya digel berpirsa karûbarê derve ya Yekîtiya Ewropî Firîdrîka Morgîrînî û balyoz û nûnerên her 28 dewletên yekîtiya ewropî.
Herdu aliyan awayê kartêkerina pirosêsa siyasî li jêr sîbera netewên yekgirtî û biryarên navdewletî û Cinêv1 û biryara 2254, her weha dosya girtî û windayan û yên bi kotekî hatine veşartin û giringiya rola yekîtiya Ewropî bo berdana wan pêşdîtin kirin.
Desteya danûstandinan di hevdîtinê de ji berpirsa karûbarê derve ya yekîtiya ewropî û yekîtiya ewropî daxwaz kir bo alîkariyê bikin tako Îran û milîtanên bi ser ve ji Sûriyê derxînin, û deste dibîne derketina Îran ji Sûriyê aramiyê dabîn dike, û bidawîkirina rewşa mezhebperestî ya ko Îran çêdike.
Dr. Nesir Elherîrî serokê desteyê got ku rêjîma Esed û milîtanên Îranî yên bi hev re hevpeyman in, kar ji bo guherîna dîmugrafî dikin, bi taybetî piştî derçûna yasaya hejmar 10, û Elherîrî dibîne ko biryara dawî nahêle penaber û derbider li mal û milkên xwe vegerin.
Elherîrî ji civaka navdewletî daxwaz kir ko fişarê bide ser Rûsya da Îranê û rêjîmê razî bike bi dîtina çareseriyeke siyasî û pirosêsa siyasî vegere pêvajoya xwe ya dirist, da rê ji vegera penaber û koçberan re vekin, bi riya bizavên yasayî ên navdewletî da mafê wan bête parastin û nehêle hêzên rêjîmê ziyanê bigehînin wan.
Her weha berpirsiyara karûbarê derve ya yekîtiya ewropî Firîdrîka Morgîrînî, tekez kir ko yekîtiya ewropî piştgiriya darayî ji bo nûavakirina Sûriyê pêşkêş nake; eger pirosêsa siyasî ya rastî bo bigehê veguhastina siyasî pêk neyê.
Karê desteya danûstandinên Sûrî û serdana wê bo Biroksilê, di çarçoveya gerekê de ye bo dewletên erebî û biyanî, ew dewletên xwedan helwestên corbecor ji rêjîma Esed, û dawîtirîn serdan şanda desteyê ji Omanê re bû.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî