Netewên Yekgirtî daxwaza rêzgirtina yasa mirovî ya navdewletî û dabînkirina parastina sivîlên dorpêçkirî yên li bajarê Dûma yê gundewarê Şamê ji rijêma Esed kir, hevdem ku piraniya xelkê Xûta rojhilat ji aliyê Rijêmê û Rûsiya ve bi neçarî ji cih û warê xwe di kiryareke mezin ya raguhestin û guhertina demografî de koçber bûne.
Ligor ajansa Anadol ku ev gotin hatin li ser zarê berdevkê sikirtêrê giştî yê NY “Ferhan Heq” duhî li baregeha NY li Niyoworkê bo rojnamevanan.
Heq got: ku “NY daxwaza rêzgirtina yasa mirovî ya navdewletî û mafên mirov û bi taybetî li Dûma û dabînkirina parastina sivîlên Xúta rojhilat û gihandina alîkariyê mirovî bo pêwîstdaran dike”.
Û diyar kir ku nêzîkî 55 hezar sivîl ji Xûta rojhilat bo 7 komelgehan li gundewarê Şamê hatine raguhestin”.
Û got: “li dema ku karmendên biyavê mirovî hewlên xwe terxan dikin ji bo peydakirina pêdawîstiyên koçberan, lê hevdem dixwazin alîkariyan bigehînin xelkê dorpêçkirî li Dûma yên berdewam rastî dorpêçkirin û bombebaranê tên”.
Tora Sûrî ya mafê mirov, raportek belav kiribû û têde tekez kiribû ku rijêma Esed û piştevanên xwe bi yekcarî pabendî bi agirbesta biryara 2401 ya konseya ewlekariyê û bi taybetî li Xûta rojhilat nekirine, û bal kişandibû ku 871 sivîl 179 ji wan zarok in li Xûtayê bi tenê her ji dema derketina biryara 2401 ji 24’ê reşmeha borî ve hatine kuştin.
Herwiha oparesyona leşkerî bûye sedema koçberkirina bi hezaran ji xelkê Dûma û bi sedhezaran ji Heresta û Erbîn û Cober û Eyintirma û Zemlaka.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê got ku tişta li Xûta Şamê ya rojhilat dibe bi”tawaneke şer ya tekûz ” dabû zanîn, û rola Rûsiya şermezar kiribû û bi roleke serekî “di sercem qonaxên tawankariyê de” dîtibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî