Rojnameya “Newyork Times” behaneyên rijêma Esed û Rûsiya yên ji bo tuhmet û berpirsyariya di ber kêmyabarankirina bajarê Xanşîxon li gundewarê Idlibê dûrî xwe bibin, bi temamî derew derxistin.
Rojnameyê şirovekirinek bi belge û dêkoment pêşkêş kir û têde goman xist li ser sê bihaneyên girêdayî bi dem û dever û çekên hatine bikaranîn.
Herwiha rojnameyê diyar kir ku êrîş li beyaniya rojê hatibû encamdan li nêzîk demjimêr heft ligor dema Sûriyê, wek bersivdanekê li ser gotinên Rijêmê û Rûsiya ku gotibûn ku êrîş li danê piştî nîvro hatibû encamdan, lê rojnameyê ev yek bi derew derxist ligor wêneyên setelaytan û wêneyên qurbaniyan yên hatin belavkirin ji aliyê çalakvanan, û herwiha ligor dîdevaniya pizîşkî ligel “Newyork Times” yê piştî pêkanîna êrîşê bi yek demjimêrê birîndar derman dikirin.
Herwiha devera êrîşê pir cihê matmayîn û balkêşiyê bû, ku rojnameyê cih bi rêka wêneyên satelaytan ji berî û li piştî êrîşê destnîşan kiribû, ku hin avahiyên piçûk li taxên nişteciyan li nav şeqam û taxên bajêr hatibûn armanckirin, dûrî ambarên ku ligor gotinên rijêmê ew ambarên kerasteyên kêmyayî ne.
Û ligor redkirina Rijêmê ji hebûna çekên wê yên kêmyayî re, Rojnameya navhatî carek din daxuyaniyên rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî yên derbarî tekeznekirina têkbirina tevaya çekên kêmyayî yên Rijêmê belav kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî \Elerebiyê