“Stéphane Dujarric” berdevkê sikirtêrê giştî yê NY got ku “wê dîrok têkşikestina me di pêkanîna agirbestekê li Sûriyê tomar bike, û wê li hember wê yekê gazind digiraniya xwe ji berpirsyaran diyar bike”.
“Stéphane Dujarric” duhî roja duşemê li baregehên NY li Niyoyork di daxuyaniyên çepemenî de got ku kordinatorê karubarê mirovî li Sûriyê Elî Elze’terî daxwaza gihandina bilez ji alîkariyan re ji bo sivîlên pêwîstidar li Sûriyê kiriye.
“Stéphane Dujarric” zêdekir û got ku “Elze’terî koçbarkirina hejmareke mezin ji sivîlan û wêranbûna jîrxana bingehîn ya bajarvaniyê tevlî wêranbûna navendên pizîşkî bi me ragihandiye”.
Ji aliyê xwe ve, “Filippo Grandi” komisyonerê bilind yê NY yê karubarê penaberan (UNHCR), di kongirekî rojnamevanî de li kampa Elze’terî ya penaberên Sûrî li rojhilatê Urdinê gotibû ku zêdebûna tundutîjiyê li Sûriyê li çend rojên borî wek “têkşikestineke kûr ya çareseriya siyasî ye”.
Herwiha endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Selahdîn Elhemwî bêhivîbûna xelkê Sûriyê anîbû ziman li hember têkişestina konseya Ewlekariyê ji bo peydakirina agirbesteke demkî û rewstandina tawan û kuştarên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê yên bi awayekî hovane her ji têkşikestina kongirê Soçî yekser zêdetir bûne.
Û NY gotibû ku li heftiya borî 230 sivîl bi êrîşên esmanî yên Rijêmê û Rûsiya li Idlib û Xûta rojhilat hatibûn kuştin û tekez kiribû ku dibe ev rûdan bigehin asta tawanên şer.
Hevdem ku hêzên Rijêmê û Rûsiya li vê dawiyê radibin bi zêdekirina oparesyonên xwe yên hovane, Ku amara qurbaniyên oparesyonên dawiyê gihiştiye zêdetir ji 500 sivîlî û birîndarbûna zêdetir ji hezarî, hevdem ku heftiya borî li Xûta rojhilat bi xwîndartirîn hefte her ji sala 2015’an ve hat binavkirin û ligor hin amarên nefermî, zêdetir ji 250 sivîlî di kêmî heftiyekê li Xûta rojhilat bi tenê şehîd ketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî