Rêkxistina Bijîşkên Bêsînor berpirsiyariya têkçûna rewşa tenduristî li herêmên bin kontrola rêjîmê li herêmên corbicor li gundewarê Şamê da ser milê rêjîmê bi sedema ko nahêle tîmên rêkxistina navdewletî derbasî herêmên bin kontrola wan bibin.
Rêkxistinê di raporta xwe de duhî çarşembê daxwaz ji rêjîmê kir ko destûrê bide da derbasî herêmêm Şamê û gundewarê wê bibe, yên ko xelkên wê hewcedarî guhdana bijîşkî ya yekser in, piştî ko operasiyona rêjîmê li ser herêmê piraniya jêrxan û baregehên tendiristî û navendên bijîşkî wêran kirine.
Rêkxistinê hişyarî da ji bilindbûna rêjeya nexweşên nexweşiya wan girane, û tûşî ziyanên laşî û yên derûnî bûne bi sedema operasiyona leşkerî ya ko rêjîmê û hevalbendên wê di adara borî de dijî Xûta rojhelat pêk aniye.
Birêvebera giştî ya rêkxistinê Mînî Nîkolay tekez kir ko navendên wan yên li Xûta rojhelat di 16 rojên operasiyonê de 5600 birîndar pêşwazî kirine.
Rêkxistinê di raporta xwe de anî ziman ko wê danûstandin digel rêjîm ji gulana 2011ê ve kiriye, da destûrê bide ji bo alîkariya sivîlan bikin li gel wezareta tendiristiyê û heyva sor ya Sûrî, lê rêjîmê ew destûrdan nedaye.
Rêkxistina Bijîşkên Bêsînor hin bargehên bijîşkî li gundên Reqa û E’yn Î’sa û Tebqa çêkiribûn, piştî ko rêkxistina Daiş ji wan deveran derket, ji bo xizmetên tendiristî û guhdana bijîşkî ji birîndarên mayûn û pêmayên cengê pêşkêş bikin, û ev kar ne bi dilê rêjîmê bû.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî