Komîta Vekolînan a Navdewletî ya taybet bo Sûriyê, têkçûna civaka navdewletî di rawestandina rêjîma Esed û hevalbendên wê ji pêkanîna tawankariyan derheqê sivîlan de rexne kir, û bal kişand ser ko wê bi dehhezaran belgeyên ku pêkanîna wan tawankariyan tekez dikin kom kirine.
Pawlo Bînîro Serokê Komîta serbixwe ya bi ser Netewên Yekbûyî ve ya rastiyên çêbûna binpêkirinan dişopîne got: Civaka navdewletî di rawestandina binpêkirinan de têkçû, û nikarîbû vê kêşeyê ber bi dadgehên navdewletî ve bibe, û daxwaz kir ko pêranûnan bikin tako rêz li mafên mirovan bête girtin.
Ev axaftinên Bînîro hat in dema beşdarbûna di çalakiyên kongirê navdewletî yê derbarê mîkanîzmên niştimanî û yên herêmî û yên navdewletî bo nehêlana rizgarbûna ji sizayan û dabînkirina lêpirsînê li gora yasaya navdewletî yê ko li Dewhayê duhî yekşembê lidar ket.
Bînîro diyar kir ko berdewamiya bêsizabûna berpirsiyarên wan binpêkirinan têkçûnek e ji civaka navdewletî re, û daxwaz kir ko civaka navdfewletî tevbigere û hevkariyê bike bo dabînkirina lêpirsînê digel berpirsiyaran.
Bêtir got: ‘’Divê dewletên corbicor û dadgehên navdewletî di çarçovekeye rêkxistinî û berpirsiyar de tevbigerin, ji bo sizakirina berpirsiyaranan dabîn bibe.‘’ û her weha got: “ ji bo lêpirsîna van berpirsiyaran gerek derbasî xaka Sûriyê bibin”.
Bînîro aşkere kir ko komîtê 70 hezar binpêkirinên mafên mirovan tomar kirine, û di 27 raportan de belav kirine, û got: ‘’Komîtê netenê dîdevaniya qurbaniyan berçav girtiye, lê belgeh û wêne jî bidest xistine, û giliyên cihê gumanê tomar nekirine. ‘’
Bînîro daxwaz kir ko lêpirsîneke giştî digel yên tawankarî kirine bibe, tako dabîn bike ko ji sizayan rizgar nebin, û daxwaz kir ko alaveke hevrêzkariya pêzanînan derbarê yên li hindirê Sûriyê çêbibe, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko qonaxa daxuyaniyan li paş xwe bihêlin, bo dabînkirina rizgarnebûna ji sizayan.
Ji aliyê xwe ve seroka Alava Navdewletî ya Bêlayen û serbixwe bo alîkariya vekolîn û peyketina dadwerî ya kesên berpirsiyarên wan tawankariyan li Sûriyê, Katrîn Marşî Ohêl, anî ziman ko ev alav hate dameziran ji ber ku qurbaniyên bêtirîn nakokiyn li cîhanê nikarîbûn dadweriya pêdivî bideest bixin.
Ohêl got: Alav û pêşinyarên hin dewletan kirine, û ji wan jî Qeter, bo sizakirin û lêpirsînê li gel berpirsiyarên wan tawankariyan û nehêlana rizgarbûna wan ji sizayan, ji rêjkên afrênerî ne bo lêpirsînê, û wê hişt biryara netewên yekgirtî sala 2016ê derkeve, bo damezirandina bingehan û misogerkirina dadweriyê û dabînkirina hemû nîşandekan da li gora pîvanên navdewletî bêne bikaranîn.
Encûmena mafên mirovan ya bi ser Netewên yekgirtî ve komîteke vekolînê ya navdewletî û serbixwe derbarê Sûriyê sala di 22 tebaxa 2011ê de çêkir, û pêrabûnbên vekolînê di hemû binpêkirinên li Sûriyê ji destpêka şoreşê ve çêdibin sparte wê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans