Wezîrê derve yê Birêtaniya Borîs Conson, duhî di gotarekê de li pêşiya encûmena giştî ya Birêtaniya daxwaz ji Rûsiya kir ji bo piştgiriya xwe ya “bi koranî” ji rijêma Bişar Esed re bidawî bike.
Conson bal kişand ku lêkolînên hatine encamdan li ser bermayîkên mûşekên ji aliyê rijêma Esed ve hatine bikaranîn di êrîşa kêmyayî de li roja 4’ê nîsanê dijî bajarokê Xan Şîxon li gundewarê Idlibê, bikaranîna gaza demaran “sarîn” tekez kir.
Conson tekez kir ku Rûsiya rê li pêş sizakirina rijêma Esed ya li ser bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê girt, û Conson got ku “rola Rûsiya li Sûriyê ne girêdayî ye bi rijêma Esed, û ez daxwaza bidawîkirina piştgiriya xwe ya bi koranî ji Esed û rijêma wî re ji Mosko dikim”.
Wezîrê derve diyar kir ku “şahidhalan tekez kirin ku du firokên şer ji firokxaneya Elşi’îrat ya ku çekên kêmyayî lê bicî dike, li esmanê Xan Şîxon di dema encamdana êrîşa kêmyayî de difirîn “.
Conson got ku nimûneyên hatîn standin ji qurbaniyan, birîndarbûna wan bi gaza sarîn dupat dike, û got ku ev yek bicarekê dupat dike ku Esed gaz li dijî milet bi kar anîye”.
Conson balkişand ku “Rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî niha bi lêkolînekê li ser êrîşê radibe, û NY mîkanîzmek amade kiriye ji bo destnîşankirina berpirsên êrîşa kêmyayî li Sûriyê”.
Conson peyva xwe arasteyî Mosko kir û got: “êrîşên bi gazê û bermîlên teqîner rawestînin, û rê bidin gihiştina alîkariyan bo xelkê pêwîstdar, û agirbesteka rasteqîn pêk bînin, û dest bi qunaxa veguhestina siyasî bê hebûna Esed û rijêma wî bikin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat