Birîtanya piştgiriya sizayên Emerîkî dike, yên ko li dijî 271 karmendên navenda lêkolînan a zanistî ya berpirsiyar e di ber pêşdebirina çekên kîmawî yên libal rêjîma Esed in.
Wezîrê derve yê Birêtanî Borîs Conson got ku welatê wî”dê piştgiriya çi pizavên sizakirina berpirsiyarên êrîşên kîmawî bike, û ewê alîkariyê bike ji bo pêşdebirina çareseriya siyasî ji bo bidawîkirina şerê ku li Sûriyê dibe .”
Conson di daxuyaniya xwe de doh got “Birîtanya xweşhal e bi tevgera Emerîkî ya ji bo sizakirina kesên ko peywendiya wan bi bikaranîna çekên kîmawî re li Sûriyê heye”.
Got: ko “ew sizadan namak e, wateya wê ew e ku yê kirdeyên xirab bike wê siza bibe, û ew siza nema dihêlin ku kesên din kiryarên wek wan bikin. Em xweşhal in bi rola van sizayên ku ku wê fişarê bidin ser rêjîmê ji bo dest ji helmeta xwe ya leşkerî berde .”
Ev siza hatin pêkanîn piştî çend hefteyan ji bikaranîna gaza sarîn ya jehrîn li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib û bû sedema kuştin û birîndarbûna bisedên sivîlan.
Wezîrê xezna Emerîkî Stîvin Minotşîn di daxuyaniyekê de got: “ev sizayên berfireh dijî navenda piştgirya zanistî ne, ya alîkariya diktator Beşar Elesed kir di êrîşa bi çekên kîmawî ya dijî zilam û jin û zarokan”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans