Rojnameya Gardiyan ya Birîtanî got ko desthiletên rojavayî bizavê dikin ji bo dosya Sûrî ya bikaranîna çekên kîmawî ber bi komelgeha giştî ya Netewên Yekgiretî ve bibin, û diyar kir ko amanc jê lipaşxwehiştina vîtopya Rûsî ye, ya ko nahêle biryareke kartêker bête standin.
Li gora ko îro sêşembê rojnameyê belav kiriye, dewletên rojavayî dixwazin rewşa pûçbûna li Netewên Yekgirtî peyda bûye derbarê Sûriyê bidawî bikin, û dosya kêşeyê ber bi tevaya Komelgeha Giştî bibin, çimkî li wir Rûs nikarin mafê vîto bikar bînin.
Ew raman palê dide ser yasayekê rê dide dewletan ku çi kêşeya li encûmena ewlehiyê li ser nehate lihevkirin ber bi Komelgeha Giştî ve bibin, ya ko hejmara endamên wê 193 endam in, û ew yasa di cenga sar de hatibû biryardan.
Iyan Martin berpirsiyarê berê yê Netewên Yekbûyî û serokê rêkxistina lêborîna navdewletî (Eministî) got ko gerek vîtoya Rûsî ne dawiya bizavên karekî tevayî yê ko Netewên Yekgirtî pê radibe be, û dadpirsîn derbarê bikaranîna van çekan bibe, û rê li ber tiştê li Sûriyê pêk tê bête girtin û ev ji karûbarê civaka navdewletî ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî