Hin çalakvanên Misrî bi rêya Twitter bersiva kampanyên ku dijîtiya penaberên Sûriyê li Misrê dikin dan, û bi rêya weşandina Tweet û postan li ser malperên tora civakî, dijîtiya xwe jêre di bin slogana “Sûrî ronahiya Misrê ne” ragihandin`.
Duhî di çend demjimêran de ev haştag li Misrê wek berfirehtirîn haştag li ser Twitter hat belav bû, heta gihişt weke xwepêşandaneke elektronîk, ku çalakvanan hezkirina xwe ji bo penaberên Sûrî bi rêya malperên tora civakî anîn ziman.
Çalakvanan daxwaza parêzerê Misrî, Samîr Sebrî, ya ji bo hûrbînkirina daraya veberhênerên Sûriyê li Misrê, weke heqaretê derheqê penaberên Sûrî ên ku miletê Misrê gelekî ji wan hez dike dîtin, û red dikin wan weke penaber bi nav bikin, û tekez dikin ku ew di nav kesukar û birayên xwe di welatê xwe yê duyê de dijîn.
Û çalakvanan pesnê welatiyên sûrî û riftara wan ligel xelkê Misrê dan , her weha rola wan di dîrok û şarastanî û dewlemendkirina aborî û çanda Misrê de bilind nirxandin, berevajî daxuyaniyên neyaran.
Li gorî raporta fermî ya herdu wezaretên veberhênanê û hevkariya navnetewî, û ya bazirganî û pîşesazî, roleke Sûriyan a çalak di aborîya misirê de heye, û tê texmînkirin ku pereyên ketine gencîneya misrê de ji encama damezrandina kompanyayên nû ji aliyê veberhemênerên Sûrî li paytexta Misrê di neh mehên destpêka sala par de, gihişt 69,93 milyon dolaran.
Hêjayê gotinê ye ku nêzîkî 242 hezar welatiyên sûrî qesta Misrê kirine heta meha mijdara sala 2018, li gor rêxistina UNHCR ya Netewên Yekbûyî ji bo Penaberan , û li gorî hin çavkaniyên medyayê hejmar bi sê caran ji vê hejmarê mezintir e, ku revanda sûrî ya herî mezin e li Misrê.
Jêder: Ofisa Ragihandins Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat