Rêberê Durziyên Libnanê, Welîd Canbulat, sedema êrîşa hovane li dijî bajarê Siwêda li başûrê Sûriyê vegerand redkirina Maşayix El-kerama ,anku Rûspiyên Rûmetê, ji tevlîbûna li nav hêzên artêşa rijêma Esed re. Herweha Canbulat matmayîna xwe diyar kir, li hember ku çawa çeteyên DAIŞê gihiştin Siwêda, nemaze piştî ku bidawîhatina metirsiya DAIŞê hatibû ragihandin ji aliyê rejîma “qehreman”, li gor wî binav kir.
Canbulat di “Twit”eke xwe de li ser tora civakî “Twitter” pirsî: “Çi sûcê Maşayix El-kerama hebû, ji bilî redkirina wan ji tevlîbûna li nav hêzên artêşê re, da şer li dijî gelê Sûriyê nekin ?”.
Canbulat got: “Pirsa xwe ferz dike ew e, çawa evqas komên çeteyên DAIŞê wisa zû gihiştin Siwêda û komkujiyên xwe pêk anîn, ji berî ku xelkê rûmetê serî hildin û parastina erd û rûmeta xwe bikin, gelo ew ne ew rijêma “qehreman” bû, ya ragihandibû ku piştî şerê Xûtayê êdî meirsiya DAIŞ nemaye, eger sedem ne ji bo heyfê ji “Maşayix El-kerama” hilîne be.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de tekez kiribû ku berpirsiyariya karîna rêxistina DAIŞ ji pêkanîna van tawankariyan re xistibû stûyê hêzên rijêmê, ji ber ku ew kesên êrîş kirine nikarin bê destûrdan ji wê dûrê bên û çend rêbendan derbas bikin û bikevin li nava bajêr ji bo pêkanîna komkujiya xwe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevbendiyê birêz Abdul-Rahman Mustafa, sersaxî ji xelkên şehîdên komkujiya Siwêda re pêşkêş kir, û bal kişand ku ev komkujiya terorîstî bi razîbûna Beşar Esed, yan jî yek ji hevalbendên wî hatiye pêkanîn, û Mustafa silavên xwe ji bo azadîxwazên Siwêda pêşkêş kirin, û got ku ew pizotên azadiyê ne di nav tirafeke ji stemkarî û zordariyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî