Serokê partiya hêzên Libnanê Semîr Ce’ce’h di axiftinekê de ligel rojnamevanan, piştî hevdîtina şandekê ji giropa piştgiriya Amerîka ya taybet bi Libnanê bi serokatiya balyozê berê Adwar Gibryal, dît ku serokê rijêmê Beşar Esed ew bi xwe beşek ji rêxistinên terorîst yên li Sûriyê ye, û daxwaza bidawîkirina Rêjîma wî kir.
Ce’ce’h got ku “pirsgirêk ne tenê hebûna rêxistina DAIŞê û bereya Elnûsra û rêxistinên din yên terrorist e, û got ku kêşe ji berî peydabûna van rêxistinan hebûn û wê ev kêşe û pirsgirêk bimînin ku ev rêxistin têk jî biçin, di dema ku bingehên siyasî yên rasteqîn ji kirîza navçeyê re neyên dîtin.
Ce’ce’h balkişand ku “pêwîst e em bînin bîra xwe ku ne DAIŞ û ne jî bereya Elnûsra di destpêka şoreşa Sûriyê de tunebûn, û rijêma Bişar Esed şoreşa aştiyane û ne çekdar bi gule û tivingê pêşwazî kir “.
Serokê partiya hêzên Libnanê got ku ” me hişyarî da ser çekdarbûna şoreşê, û şoreşa aştiyane ber bi leşkerkirinê û tundrewiyê nediçû dema ku Rijêmê dest ji stem û zordariya xwe berdaba “, û got ku “dijberiya DAIŞê tişteke pêwîst e, lê bidawîkirina DAIŞ nayê bi wateya bidawîkirina hevrikiya li Sûriyê”, û dîsa got ku ” dibe berdewamî bête kirin li ser jinavbirina terorê û dîtina çareseriyê û tekez kir ku çi çareserî li Sûriyê bi hebûna Bişar Esed peyda nabe ji ber ku ew beşek ji sîstema terorê ye“.
Navhatî dubare daxwaz ji civata navdewletî kir ku çareserî destpê dike bi rêka “bidawîkirina DAIŞ û Esed bi hev re, û xistina fişaran ji bo sepandina çareseriyeke siyasî li tevaya navçeyê, ji bo peydakirina seqamgeriyê li vê beşa cîhanê ya ji salan seqamgerî lê nehatiye dîtin“.
Serokê partiya hêzên Libnanê daxwaza giringiya vegera penaberan bo welatên wan kir, bi rêka dirustkirina navçeyên aram û diyar kir ku “ev yek wê xelkê Sûriyê vegerîne welat û wê rûmetiyê li wan vegerîn e û herwiha wê pilanên guhertina demografî têk bişkîne“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat