Serokê partiya hêzên Libnanê Semîr Ce’ce’h tekez kir ku hewlên serxistina rijêma Esed bi sernakevin, û cext kir ku ew li dijî her têkildariyek fermî di navbera hikûmeta Libnanê û wê Rijêmê de ye.
Ce’ce’h di kongirekê rojnamevanî de got ku em “li dijî her têkildariyek fermî di navbera hikûmeta Libnanê û hikûmeta rijêma Esed de ne”, û got ku ” her wezîrek bixwaze biçe Sûriyê bitenê dikare biçe bi navê xwe, ne wek berpirsekê fermî ji aliyê Libnanê”, û cext kir ku ew yek “dibe gef li ser mana hikûmeta Libnanê”.
Ce’ce’h got ku dibe civata wezîran helwestek xuya û eşkere bistîne li hember biryara têkildariyê ligel rijêma Esed di van baredoxan de, û amaje kir ku ji aliyê hin firaksyonên Libnanê ev yek tê binpêkirin her ji roja pêkanîna kabîneya hikûmetê û heta niha.
Ce’ce’h derbarê arazûya hin aliyên Libnanê bo dubarekirina pêwendiyên fermî ligel rijêma Esed got ku ” em dibînin tişta li civata wezîran bûyî dikeve di çarçovê danpêdanek siyasî û diblomasî bo rijêma Esed ji bo bilindkirina wê”.
Serokê partiya hêzên Libnanê got ku pêwîst e artêşa Libnanê li ser sînor rabe bi dijberiya rêxistina DAIŞê, û dît ku pêdiviya vê yekê nîne bi danustandinan ligel rijêma Bişar Esed derbarê dijberiya terorê.
Û derbarê vegera penaberên Sûrî, Ce’ce’h got: ku “hin aliyan ji bo vegerandina penaberan daxwaza têkiliyan ligel rijêma Esed kirin, û hewl dan fişaran bêxin li ser civata wezîran ji bo vegerandina penaberan bi hevkarî ligel Esed”, hevdem sersamya xwe nîşan da ku Libnanê ” hin kes hene dixwazên ligel Esed mijara penaberan gengeşe bikin û hevdem ji bîr dikin ku penaber ji ber wî û Rijêma wî penaber bûne”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat