Friday, 09 August 2019 17:41

Ce'ce'h Lîsteyekê bi Navê Girtiyên Libnanî yên di Girtîgehên Rejîmê de Dide Şanderê UN bo Sûrîyê

Rêberê Libnanê Samir Ce'ce'h, daxwaz ji nûnerê NY yê bo Sûrîyê, Gir Pederson kir ji bo çareserkirina pirsa girtiyên Libnanî di zîndanên Esed de, û eşkerekirina çarenivîsa wan piştî derbasbûna çendîn sal li ser girtina wan.

Û duhî "Ajansa Media Niştimanî" ragihand ku şandek ji “Partiya Hêzên Libnanî” nameyek ji serokê wê Semîr Ce'ce'h daye nûnerê taybet yên NY li Libnanê, Jan Kubic, ji bo bigehîne destê Gir Pederson derbarê pirsa hemwelatiyên Libnanê yên binçavkirî û bêseruşûn di girtîgehên rejîma Esed de.

Partiya Hêza Libnanî, hevdem ligel bizavên siyasî yên navdewletî berbarê Sûriyê bi taybetî yên ji bo doseya girtiyan, daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ku "bi leztirîn dem ji rayedarên Sûrî daxwaza naskirina çarenivîsa bi sedan girtiyên Libnanî bike, piştî derbasbûna çendîn sal li ser binçavkirina wan ".

Partiyê da zanîn ku "ew ne ji ber tawanan li ser axa Libnanê û Sûrî hatibûn girtin, lê ji ber sedemên siyasî û têkliyên siyasî û partayetî û mezhebî û dijberiya wan ji hebûna Sûriya li ser erda Libnanê re ".

Ev yek hat piştî ku birêkarê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo karûbarên siyasî, Rosemary Di Carlo, rejîma Esed bi tawanên li dijî 100,000 girtiyên Sûrî ji sala 2011'an ve tawanbar kir, û daxwaza serbestberdana hemû girtiyan û kesên binçavkirî di zindanên wê de kir.

Tê zanîn ku ji aliyê dezgehên ewlehiya rejîma Esed ve her ji destêwerdana wê di Lubnanê di 1990 de, bi sedan libnanî bi tawanên cuda yên siyasî hatibûn girtin, û li salên borî aliyên Libnanî gelek daxwazên fermî pêşkêş kirine, ji bo serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan, hevdem ligel bêdengiya rejîmê li hember vê doseyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Ce'ce'h Lîsteyekê bi Navê Girtiyên Libnanî yên di Girtîgehên Rejîmê de Dide Şanderê UN bo Sûrîyê