Serokê Hevdîtina Dîmuqratî ya Libnanê Welîd Cinbilat dibîne ko yasaya hejmar 10 ya ko rêjîma Esed derxitiye ew tekûzkirina wêraniya Sûriyê ye, û rexne li hemû aliyên ko çavên xwe ji yasaya 10 digirin kir.
Di tiwîteke xwe de li ser toreya danûstandina civakî “Tiwiter” Cinbilat got ku rêkxistina Daiş a tirorist û rêjîma Beşar Elesed mîna hevûdu ne, û bi pirs got: Gelo ew kesên ko xwe bi nêtên rêjîma Esed ji derxistina vê yasayê tênagahînin , çi dixwazin?
Yasa bûye cihê rexneya navdewletî jî û bi taybetî piştî ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê hişyarî da ji metirsiya bandora vê yasayê li ser vegera penaberan, û cîbicêkirina operasiyonên guhertina dîmugrafî û rewakirina wan.
Rêkxistina Human Rights Watch duh sêşembê diyar kir ko desthilata Esed, bi yasaya hejmar 10, hewla destdanîna ser milk û malên sivîlan dide, û ew ê astengeke sereke be li pêşiya vegera penaberan bo herêmên xwe.
Human Rights Watch di raporta xwe de diyar kiriye ko hejmara derbideran 11 milyon in, û ew in yên ku wê bêtir ziyana çûna milkan li gora yasaya hejmar 10 bibînin, bi taybetî yên ji herêmên ko li dijî rêjîmê rabûne reviyayî, ko piraniya wan nikarin vegerin û daxwaza milkên xwe bikin an hin ji mirovên xwe bikin wkîl an wekîlekî yasayî deynin, ji ber dema ko bo yasayê dane pir kurt e.
Serokê Hevbendiya niştimanî namak ji serpereştên dewletên hevalên Sûriyê û ji encûmena kendava erebî û komkara dewletên erebî re şand, têde metirsiyên yasayê şirove kirin û dibîne ko ew xizmetek ji pirojeyê Îranê re ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî